5 welatiyên din ên Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 5 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin û birin ciheke ne diyar.

5 welatiyên din ên Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin
14 tîrmeh, 2022   12:47
ŞEHBA

Çavkaniyan ji ajansa me re ragihand ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewelta Tirk a dagirker 3 welatiyên ji gundê Axçelê û 2 welatiyên ji gundê Til Silorê yên navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin û birin cihekî ne diyar.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Elî Şêr Mehmûd (32), Newres Xelîl Elî (28) ji gundê Til Silorê.

Mehmûd Ehmed Elî (30), Omer Hesen Ebdo (28) û Xelîl Hisên Mihemed (31) ji gundê Axçelê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” ji bo tengavkirina şêniyên resen ên li Efrînê mane û koçberkirina wan, welatiyan direvînin.

(dm)

ANHA