Hêzên Rûsyayê 5 alîgirên Heyet Tehrîr El-Şam destgîr kirin

Îstixbarata Rûsyayê 5 kesên ku têkiliya wan bi çeteyên ‘Heyet Tehrîr El-Şam’ re heye ku li hin herêmên Rûsyayê pere ji bo çeteyan kom dikirin, destgîr kirin.

Hêzên Rûsyayê 5 alîgirên Heyet Tehrîr El-Şam destgîr kirin
14 tîrmeh, 2022   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Ewlehiya Federal a Rûsyayê ji ajansa Novosti ya Rûsyayê re ragihand ku li Komara Kabardino-Balkaria û bajarên Moskov, Astrakhan, Volgograd û Samara 5 kesên ku têkiliyan wan bi Heyet Tehrîr El-Şam re ku di lîsteya rêxistinên terorê de ye heye, destgîr kirine.

Li çavkanî, kesên hatine destgîrkirin bi navê xêrxwaziyê pere ji çekdarên li Sûriyê re kom dikirin.

Li cihê ku ew kes lê hatine destgîrkirin, telefon û alav, made û belgeyên din ên hevkariya wan di karên neqanûnî de îsbat dikin, hatin desteserkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku di Nîsan û Tîrmeha derbasbûyî de Ewlehiya Federal diyar kiribû ku li Simferopol û Ufayê êrişên terorê yên ji aliyê alîgirên vê rêxistina terorîst ve amadekariya wan hatibû kirin, têk birine. Her wiha îstixbarata Rûsyayê bi bîr xistibû ku çeteyan amadekariya teqandina sazî û cihên ewlekariyê yên li li Bashkirya û saziyek perwerdeyê ya li Kirimê, dikir.

(eh)