Siyasetmedar Kerîm Ehmed jiyana xwe ji dest da 

Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistan û Iraqê Kerîm Ehmed di 100 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Siyasetmedar Kerîm Ehmed jiyana xwe ji dest da 
14 tîrmeh, 2022   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistan û Iraqê Kerîm Ehmed vê sibehê li bajarê Hewlêrê koça dawîn kir.

Kerîm Ehmed di 1’ê Tîrmeha 1922’yan de li gundê Baqirte yê navçeya Koye Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.

Ehmed ji sala 1953’yan heta 1955’an sekreterê Hizba Komunîst a Iraq û Kurdistanê bû.