Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya Iraqê ji avakirina Bendava Cezra bi fikar e

Navenda Nîştimanî ya Rêvebirina Çavkaniyên Avê yên Iraqê daxuyand ku Bendava Cezra ku dewleta Tirk niyet dike ava bike, dê bi rêjeyeke mezin avê Ii ser Iraqê qut bike.

Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya Iraqê ji avakirina Bendava Cezra bi fikar e
14 tîrmeh, 2022   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Giştî yê Navenda Nîştimanî ya Rêvebirina Çavkaniyên Avê yên Iraqê Hatim Hemîd Hisên ji ajansa Rojnews re wiha axivî: “Heke avakirina Bendava Cezra temam bibe, dê xeteriyeke mezin li ser miqdara avê ya ji Tirkiyê digihîje Iraqê çêbike.”

Hatim Hisên destnîşan kir ku Iraq bi rêya Wezareta Karên Derve hewl dide ku Tirkiyê avakirina bendavê bide rawestandin û wiha domand: “Me gelek caran peyam ji Tirkiyê re şandin, em hêvî dikin ku ew bersiva me bide.”

Dewleta Tirk di 10’ê Hezîrana borî de ragihandibû ku şîrketên wê dest bi avakirina Bendava Cezra kiriye. Pisporên avê jî ew gav wekî gefa li ser çandinî û ewlehiya xwarinê ya Iraqê hesibandibûn.

(fr)