YPG: Hevrêyê me Cûdî Amanos li Helebê şehîd bû

YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Cûdî Amanos ku li Helebê di encama qezayê de şehîd bûye, eşkere kir.

YPG: Hevrêyê me Cûdî Amanos li Helebê şehîd bû
14 tîrmeh, 2022   10:07
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî şehadeta hevrêyê xwe Cûdî Amanos daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Di 12'ê Tîrmehê 2022’yan de, hevrêyê me Cûdî li herêma Helebê di encama qezayê de şehîd ket.

Hevrêyê me Cûdî ji bajarê Efrînê di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Piştî dagirkirina Efrînê bi malbatê xwe re koçî herêma Şehbayê kir. Cihê ku lê ji dayik bûye û mezin bûye dema ku dibîne di dest dijmin de ye, ev yek bandoreke neyînî li ser wî çêdike lê hêrsa wî ya li hember dijmin zêdetir dibe. Di emrê xwe yê ciwan de û di dema xwe ya kurt a di nav hêzê me de bi coşeke mezin tev li kar bû. Hevalekî me yê zîrek bû, di jiyan û xebatê de fedakar bû. Bûyerekê bi vî rengî me êşand û xemgîn kir. Em ê bîranînên wî di nava têkoşîna xwe ya azadiyê de bidin jiyandin.

Em di serî de ji bo malbata şehîd Cûdî û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza bilindkirina têkoşîna azadiyê dubare dikin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Cûdî Amanos

Nav û Paşnav: Can Osman

Navê Dayikê: Elmas

Navê Bav: Neşat

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 12 Tîrmeh 2022”

(cx)