​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya tevgera xwe ya hewayî li Sûriyê berfireh dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa berfirehkirina lîsteya balafirgehên Rûsya yên girêdayî Sûriyê, rewşa Lîbyayê û têkiliyên Siûdî-Îranê kirin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya tevgera xwe ya hewayî li Sûriyê berfireh dike
14 tîrmeh, 2022   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛSYA ÎRO LI SÛRIYÊ HERÎ ZÊDE GIRÎNGIYÊ DIDE ÇI?’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Beriya çend rojan hate eşkerekirin ku Moskov bi israr e ku lîsteya balafirgehên xwe yên ku dê bi balafirgehên Sûriyê ve girê bide, berfireh bike. Vê yekê jî gelek pirs der barê nîşaneyên vê gavê li gel bandorên ambargoya rojava ya li ser Rûsyayê û pêşbîniyên girêdayî nakokiya di navbera Moskov û Washingtonê li Sûriyê de, derxistin holê. Ji wê zêdetir jî pisrgirêka herî li pêş a girêdayî hedefgirtina balafirgehên Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve heye, bi taybet hedefgirtina balafirgeha Şamê ji aliyê Îsraîlê ve ku di meha borî de çend hefteyan ji xizmetê derket.

Li gorî çavkaniyên ji Rûsyayê, dê 15’ê Tîrmehê xeteke hewayî di navbera Dagistan û Sûriyê de vebe.

Nûnertiya Bazirganiyê ya Rûsyayê li Sûriyê da zanîn ku berfirehkirina torên girêdana hewayî di navbera Rûsya û Sûriyê de wek bersivdana pêdiviya ku pêşdeçûnên têkiliyên giştî yên di navbera Rûsya û Sûriyê de di aliyên aborî, leşkerî, siyasî û çandî de ferz kirine. Her wiha ji ber ku pevguherîna bazirganiyê di navbera her du dewletan de ji 3 qatî heta bi 5 qatî ji berê zêdetir bû, ev yek pêk hat.

Li gorî tora Sputnikê, dê gerên asîmanî li gorî bernameya destpêkê hefteyê carekê yan jî du caran bi balafirên Yak-42 ên şîrketa balafiran a rûsî ya Kosmos pêk werin."

‘METIRSIYÊN VEGERA REWŞA TEVLIHEVIYÊ LI LÎBYAYÊ’

Girêdayî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsîn: "Li paytexta Lîbyayê di 2 rojên borî de komên çekdar bi awayekî berfireh belav bûn. Welatiyên herêmê metirsiyên xwe ji vegera rewşa tevlihevî û şerê navxweyî nîşan dan, nexasim li gel nîşaneyên derketina parçebûnê di navbera milîsan de yên ku her yek ji wan girêdayî aliyekî siyasî ye.

Hejmareke fermandarên milîsan da ku hikumeta Lîbyayê ya bi serokatiya Fethî Başaxa erka xwe li paytexta Lîbyayê Terablusê wernegire, gefa bikaranîna hêzê xwar.

Fermandarên milîsên çekdar ên li Terablusê bi daxuyaniyekê ji hundirê meydana şehîdan de diyar kirin ku ew li dijî hikumeta Lîbyayê ya bi serokatiya Başaxa ne û gotin, "Her kesê derbasî Terablusê bibe em ê li pêş bisekinin." Ev yek jî piştî civînan serokên milîsên çekdar di demeke berê de li baregeha Ebû Site ya rojavayê Terablusê, pêk hat. Di civînê de li ser mekanîzmeya ku nehêlin hikumeta Lîbyay derbasî paytextê bibe, girtina gelek rêyên sereke ji wan jî rêya beravê û rêya balafirgehê, hatin nîqaşkirin.

Li gorî çavdêrên herêmî, kesên beşdarî civînê bûne tekezî bi diruşmên ji hêla serokê hikumeta Wehde El-Weteniye Ebdulhemîd El-Debîbe ve yên der barê hilbijartinan û rêvebirina karûbarên hikumetê de dihatin hildan, kir û got hilbijartin deriyê yekane yê krîza siyasî li welat e û ew bi tundî merheleya nû ya demkî ji Lîbyayê re red dikin.

Li gorî çavkaniyên xwedî agahî ji rojnameya El-Beyan re eşkere kiriye, civîn bi koordînakirina aliyên hikumetê re li dar ket, da ku bersivê bide daxuyaniya Fethî Başaxa. Ji ber Fethî Başaxa got hemû rêyên ber bi Terablusê ve vekirîne û ew yekser erkên xwe ji Sertê ve dike û gelek bangewaziyên erênî jê re hatin ku derbasî paytextê bibe."

‛TEHRAN BERIYA SERDANA BIDEN JI SIÛDIYÊ RE XÎTABÎ RIYADÊ DIKE’

Li ser têkiliyên Erebistana Siûdî-Îranê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Tehran pesna encamên heta niha ji dan û standinên bi Erebistana Siûdî re derketin, kir.

Ev daxuyaniyên Îranê beriya serdana serokê Amerîkayê Jeo Biden ji Erebistana Siûdî re pêk hatin. Wê di serdanê de li ser avakirina koalîsyoneke pergala parastina asîmanî were nîqaşkirin. Wê koalîsyon ji Îsraîl û dewletên Kendavê pêk were da ku li hember astengiyên ewlehî bisekinin, di serî de gefên Îranê û alîgirên wê.

Çavdêr diyar dikin ku daxuyaniyên Îranê ji ber metirsiyên wê yên têkildarî serdana Biden in ku dê destpêkê biçe Îsraîlê.

Wezareta Karên Derve ya Îranê duh got Tehran û Riyad dê ji bo jinûve xurtkirina têkiliyan di navbera her du hêzên sereke li Rojhilata Navîn girîngiyê bidin lidarxistina diyalogan.

Çavdêran destnîşan kir ku wê serdana Biden ji Siûdî re bandorê li rêveçûna diyalogên bi Îranê re bike.

Her wiha bepirsên amerîkî got ji dema Biden hatiye ser desthilatê ve ev serdana yekemîn ji Rojhilata Navîn re ye û dibe gelek gavan ji bo normîlîzakirina têkiliyên Îsraîl û Erebistana Siûdî pêk bîne."

(fr)