DYA û Îsraîl ji bo ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe peymaneke nû îmze dikin

Rayedarekî îsraîlî yê payebilind da zanîn ku serokê DYA’yê li ser ‘Ragihandina Qudsê’ ku hevkariya Washington û Îsraîlê xurt dike, îmze dike.

DYA û Îsraîl ji bo ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe peymaneke nû îmze dikin
14 tîrmeh, 2022   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, ji bo nehêlin li gel Îranê çekên nukleerî hebin, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jeo Biden û serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid peymaneke hevbeş îmze dike.

Rayedarekî rêveberiya Biden got dê peyman têkiliyên ewlehî yên demdirêj di navbera DYA’yê û Îsraîlê de berfireh bike.

Rayedar destnîşan kir ku ev ragihandin pir girîng e, ji ber ku dê nehêlin Îran çekên nukleerî wergire û li pêş çalakiyên wê yên tevlihevkirinê bisekinin, nexasim gefên li dijî Îsraîlê.

Biden duh gihaşt Îsraîlê û dê bi îro bi rêveberên Îsraîlê re dan û standina bike û civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi Lapid re li dar bixe.

Dê Biden sibe bi serokên filistînî re li Xezayê bicive û roja şemiyê jî li Cideyê bi serokên Erebistana Siûdî û hevalbendên Kendavê re dan û standinan li dar bixe.

Biden ji bo îqnakirina Îranê ku tev li peymana nukleerî bibe ku Trump di 2018’an de jê vekişî.

Tê payîn ku li Îsraîl, dewletên Kendavê mîna Erebistana Siûdî û Îmarat li ser vejandina peymana nukleerî ji Biden gelek pirs werin kirin.

Di hevpeyvîneke li gel kanala Îsraîlê de Biden got peymana nukleerî ji bo têkbirina hewldanên Îranê yên pêşxistina bombeyên nukleerî şansekî mezin e.

Îranê jî dibêje bernameya wê ya nukleerî ji bo çekên nukleerî nîn e.

(fr)