Gelo çarenûsa peymana nukleerî ya Îranê çi ye?

Di serdema serokê Amerîkayê Jeo Biden de têkildarî vegera li peymana nukleerî ya bi Îranê re xweşbînî heye, lê dan û standinên neyekser di navbera Washington û Tehranê de li ser ji nû ve vejandina dan û standinên nukleerî de ne. Gelo çarenûsa vê peymanê çi ye?

Gelo çarenûsa peymana nukleerî ya Îranê çi ye?
14 tîrmeh, 2022   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Di serdema serokê Amerîka Jeo Biden de têkildarî vegera li peymana nukleerî bi Îranê re berovajî serdema Donald Trump xweşbîniyek heye, bi wê re gelek civîn di vê çarçoveyê de di navbera hêzên cîhanê û Îranê de li dar ketin.

Peymana 2015’an derfet da ku cezayên aborî li ser Tehranê hatine ferzkirin bi dawî bibin, bi şerta ku tevgerên xwe yên nukleerî sînordar bike û aştiya bernameya xwe mîsoger bike. Lê piştî ragihandina Donald Trump vekişîna welatê wî ji lihevkirinê di sala 2018`an de, bandora lihevkirina 2015`an kêm kir.

Careke din Trump cezayên tund di çarçoveya siyasetên "zextên zêde" de li ser Tehranê birîn.

Piştî Biden hate ser desthilatê niyeta Washingotin a ji nû ve vegera li peymanê bi şerta ku Tehranê rêzê ji hemû pabendiyan re bigire eşkere kir ku ji 2019’an ve jê paşde vekişiye.

Îran û aliyên peymana nukleerî; Rûsya, Brîtaniya, Fransa, Çîn û Almanya ji Nîsana 2021’ê ve danûstandinan li Viyanayê li dar dixin, lê DYA bi awayekî neyekser tev lê bû.

Ruxmî hin pêşketin çêbûn, lê danûstandin ji Adara borî ve digel hin xalên diyar di navbera aliyên bingehîn Washington û Tehranê de asteng bûn.

Her du aliyan di dawiya Hezîranê de dan û standinên neyekser li Dohayê bi alîkariya YE’yê li dar xistin. Lê bêyî tu encaman bi dawî bûn.

Di demekê de ku dewletên rojava girîngiyê didin ku Îran pabendî sozên xwe be û çalakiyên xwe yên nukleerî dîsplîn bike, Tehran diyar dike ku divê cezayên li dijî wê yên di serdema Trump de hatine birîn, werin rakirin û garantiya nevekişîna Washingtonê ji peymanê wergire.

DYA’yê di çend mehên borî de ceza li alî û gelek şîrketan birî ku bi lîstina li ser cezayên li Îranê hatine birîn, tewan bar kirin û da zanîn ku ew ê hewlên vejandina peymana nukleerî berdewam bike û cezayan di dema wê de bibire.

Çavdêran destnîşan kir ku dan û standinên neyekser di navbera Washington û Tehranê de li ser ji nû ve vejandina dan û standinên nukleerî di dirêjahiya dema borî de bi bin ketin, lê her du alî; Washington û Tehran berpirsiyariya binkeftina wê dixin stûyê hev du. Hinek din jî sedema binkeftina danûstandinan bi pêdiviya Amerîka ya bi petrola Erebistana Siûdî heye girê didin ku dijberê Îranê û lihevkirinê red dike.

‛QONAXEKE DIJWAR’

Lêkolînerê kar û barên Îranê Hekem Emhez ji ajansa me re li ser mijarê axivî û wiha got: "Dan û standin bi bin neketin, lê belê di qonaxeke zehmet û asteng re derbas dibin. Ferzkirina cezayên din li ser Îranê niyetên baş ji hêla Biden ve nîşan nadin."

Emhez wiha domand: "Li DYA’yê saziyên kûr hene çi di partiyên Demokrat an jî Komarparêz de, ew siyasetên serokên werin ser desthilatê diyar dikin."

Li gorî lêkolînerê karûbarên Îranê Hekem Emhez: “Biden bi du vînan ve girêdayî ye, ya yekê vîna astengkirinkirina gihandina peymanê ye, ew jî saziyên kûr e. Ya din vîna astengkirinê li gel her du partiyan e û her du jî vegera li peymana nukleerî red dikin, lê Îran helwesta xwe ya kevn naguhere."

Emhez diyar kir vekişîna Amerîka ji peymanê li gorî berjewendiya Îranê bû, ji ber wê ji bendên peymanê rizgar kir, bi taybet gelek pêşketin di aliyê aştiya nukleerî de piştî vê vekişînê bi dest xistin.

Der barê aliyê aborî de lêkolîner Hekem Emhez ev tişt got: "Ceza bandor li Îranê kir, lê karî bi awayekî mezin xwe ji wan cezayan rizgar bike. Êdî aboriya wê jî geş bû. Îran rojane nêzî milyonek û nîv milyon bermîlên petrolê hinarte dike. Ji ber wê heke peyman çêbû yan çênebû, ew dikare xwe ji bandorên cezayên aborî yên li ser wê rizgar bike."

3 VEBIJÊRK

Li gorî Emhez pêdiviya DYA’yê bi peymana nukleerî heye û wiha domand: "Ji bilî 3 vebijêrkan li pêş Amerîka neman. Ew jî şerekî bi Îranê re bike, lê ew ê karesateke mezin ji herêmê û cîhanê re bîne. Ji ber Îranê bi hêz e. Di encamê de wê gefan li berjewendiyên DYA’yê û hevalbendên wê bixwe. Ev vebijêrk dûr e."

Vebijêrka duyemîn jî, li gorî lêkolîner Emhez; Tehran pabendiyên xwe yên nukleerî qels bike, ev yek jî amerîkayan ditirsîne û dê Tehran ji asta çêkirina bombeya nukleerî bike, ji ber wê ev vebijêrk jî ne gengaz e.

Vebijêrka sêyemîn jî, vegera li peymana nukleerî ye, lê bi şertên îranî. Ji ber cezayên li ser wê, êdî bandorê lê nakin.

Lêkolînerê karûbarên Îranê Hekem Emhez diyar kir ku tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukrayna bandoreke mezin çêkir û wiha got: "Pêdiviya Ewropa gelekî bi gazê heye û zivistan tê. Ji ber Rûsya gefan dixwe ku ger bi ruble nedin, wê gazê qut bike. Ew di vê yekî di cidî ye."

NAKOKIYÊN MEZINTIR HENE

Ruxmî ku nakokiya Amerîka-Îranê tenê li ser dosyaya nukleerî ye, lê hevrikî û nakokiyên her du aliyan li gelek dewletan mîna Iraq, Sûriye, Yemen û Lubnanê hene.

Hekem Emhez eşkere kir ku nakokiya heyî ya di navbera Washington û Tehranê de li ser hegemonyayê bi dûr xist û got: "Îran dikare herêmê bi giştî bi rê ve bibe. Ew jî heke destê xwe bike destê Îsraîl û DYA’yê. Lê nakokiya di navbera her du aliyan de ji ber helwesta Îranê ji nakokiya erebî-îsraîlî ye. Amerîka jî hewl dide herêmê û cîhanê tevahî kontrol bike."

(fr)

ANHA