​​​​​​​Berxwedana 30 sal a girtiyekî di girtîgehên Tirkiyê de

Berxwedana girtîgehan a 14’ê Tîrmeha 1982’yan, girtîgeh û zîndan veguherandin qadên berxwedanê û ruhê berxwedanê li gel bi hezaran têkoşerên şoreşger ên girtî li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker çand û hîna jî bermahiyên wê li ser kesên azar li wan girtîgehan dîtine eşkere ye, mîna têkoşer Serbest Mela Reşîd Seîd ku 30 di girtîgehê de derbas kir.

​​​​​​​Berxwedana 30 sal a girtiyekî di girtîgehên Tirkiyê de
13 tîrmeh, 2022   23:37
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Bi boneya salvegera 40’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker, desthilatên Tirkiyê bi rêya şerên xwe yên domdar û hedefgirtina leşkerî, siyasî û girtina rojane ya gelek şoreşger, siyasetmedar û parlamenteran, siyasetên xwe yên destpot, bêserûber û çewsîner ên li dijî gelên Tirkiyê û tevahî gelên şoreşger ên aştîxwaz de didomîne.

Kurtjiyana 30 salan a têkoşer Serbest Mele Reşîd Seîd di girtîgehên Tirkiyê de  beşek ji sûc û binpêkirinên mafên mirovan ku li wan girtîgehan rû didin, her wiha berxwedana domdar a ku ji girtîgeha Amedê ya 14`ê Tîrmeha 1982`yan eşkere dike. 

TÊKOŞERÊ ŞOREŞGER SERBEST MELE REŞÎD SEÎD KÎ YE?

Serbest Seîd ku 30 sal di girtîgehên Tirkiyê de derbas kiriye, ji Hesekê ye, di 1952’yan de di hemêza malbateke welatparêz de hatiye dinê.

Têkoşîna xwe ya şoreşgerî wekî endamekî Partiya Komunîst dest pê kir. Beriya wê jî di 1982’yan de diçe Erebistana Siûdî û li wir Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dikr, her wiha di 1983’yan de hin kadroyên PKK’ê ku li wir kar dikirin, nas dike.

Di 1983’yan de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û dest bi xebata xwe ya şoreşgerî dike. Ji ber ku tê gihişt armancên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), çi pêwîst e bê kirin heta ku doza kurd çareser bibe, ji ber ku dîroka Kurdistan û berxwedana ji bi rizgarkirina kurdan ji zulm û çewisandinê bandor lê kir, sala 1990`î tev li Hêzên Parastina Gel (HPG) bû.

Di 7 salên destpêkê yên têkoşîna şoreşgerî li Sûriyê de, Serbest Seîd gelek caran ji hêla rejîma Sûriyê ve tê girtin. Lê ji ber gelek caran tê girtin, êdî hejmara destgîrkirinan ji bîr kiriye. Serbest Seîd têkildarî serpêhatiya xwe wiha got: "Rojane dihatim girtin. Sibehan dihatim girtin û di êvarê de serbest dihatim berdan."

‛GIRTÎGEHÊN REJÎMA SÛRIYÊ JI GIRTÎGEHÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER NE CUDATIR IN’

Bûyerên di girtîgehên Sûriyê de diqewimîn ji yên Serbest Seîd di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de jiiyane ne cudatir in û wiha domand: Rejîma Sûriyê hovantirîn sûc û binpêkirin li dijî me pêk dianîn da ku vîna me zaîf bike ji bo ku em dev ji do û têkoşîna xwe berdin.

Ji tengavkirinê û şopandina domar, Serbest Seîd tercîh dike ku derbasî qadeke nû ya têkoşînê bibe dûrî Sûriyê û wî bajarê Amed ê Bakurê Kurdistanê pejirand. Ev biryar piştî ku tevî 73 kesên din perwerdeya leşkerî û fikirî li Akamademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz bi dawî dikin dide, wê demê rêber Abdullah Ocalan çavdêriya wê perwerdeiyê kir, daxwaza vê yekê kir.

Serbest Seîd li ser tevlêbûna xwe wiha got: "Dema min rêber Ocalan piştî perwerdê dît, min soz da wî ku ez ê biçim Amedê, têkoşîn û rêya berxwedanê li wir berdewam bikim. Wê demê fikir û felsefeya rêber Ocalan pir bandor li min kir. Min soza xwe pêk anî û tevî komeke endamên PKK’ê çûm Amedê û heta saleke û nîv li wir man."

Serbest Mele Reşîd Seîd li herêma Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di 17’ê Gulana 1992’yan de hat girtin û di Gulana par de serbest hate berdan.

‛DI 30 SAL RAGIRTINÊ DE ÎŞKENCE, BINPÊKIRIN Û SÛCÊN HATINE KIRIN’

Li gorî Serbest Seîd, ew û hevrêyên xwe yên girtî di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de di tundtirîn cureyên îşkencekirinê, lêdan, şikandina hestî, û lêdana di serma de, kehrebekirin û xistina hucreya takakesî re derbas bûne.

Der barê îşkenceyê lê hatî kirin de Serbest Seîd got: “Avhewaya Mûşê yê Bakurê Kurdistanê pirs sar e. Berf bi giranî dibare. Bi mehan em bê cilûberg dihiştin. Bi çû li me didan. Hestiyên me dişikandin, em celd dikirin. Bi kehrbeyê jî îşkence li me dikirin û dikirin hucreyên tekakesî yên teng.”

Seîd wiha gotina xwe berdewam kir: "Rojane lêdan û îşkence hebû, da ku agahiyan ji me bibin. Ez û 7 hevrêyên din 59 rojan xistin hucreyeke takakesî ku têra kesekî nake. Xwarin û vexwarin li me qedexe dikirin. Ji ber îşkenceya zêde em xwîn vedirşîn."

Seîd destnîşan kir ku ew di dadgehan de dihatin cezakirin û îşkence li wan dihat kirin, heta nabe xwe biparêzin û wiha domand: "Di sala yekê ya ragirtinê de me xwest parastina mafên xwe yên siyasî bikin, lê bê sûd bû û derfet nedan me ku nêrîn û helwesta xwe nîşan bidin."

Her wiha Seîd ev tişt anî ziman: "Bêyî ku li me guhdar bikin, cezayê muebedê li me birîn. Ew jî piştî li me dan. Dema me xwest parastina xwe bikin, devê me girê dan."

ÇAWA EV HEMÛ ÎŞKANCE TEHEMÛL KIR Û ÇI HIŞT LI BER XWE BIDE?

Seîd diyar kir ku berxwedana wî û hevrêyên wî di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de xwe dispêre ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmeha 1982’yan û baweriya wan bi fikir û felsefeya rêber Ocalan, nexasim piştî ku rêber Ocalan dîl hate girtin û ev tişt got: "Me bi vîna xwe ya xurt li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Ocalan li ber xwe da, ruxmî ku îşkence û heqaret li me dihat kirin. Her wiha piştî rêber Apo dîlhate girtin, me berxwedana girtîgeha Amedê û Îmraliyê bingeh girt."

Seîd eşkere kir ku piştî rêber Ocalan dîl hate girtin, di gelek girtîgehan û li devre de jî berxwedaneke mezin li hember dewleta Tirk a dagirker hate raberkirin. Seîd wiha domand: "Me bihîst ku 73 kesan li hundir û derveyî girtîgehan ji bo şermezarkirina û prostestokirina dîlgirtina rêber Apo agir bi bedena xwe xist."

Piştî 30 salan ji ragirtina di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de têkoşerê şoreşger Serbest Mele Reşîd Seîd soza berdewama rêça têkoşîn û xebatê li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan da û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em parçeyek ji şoreşê ne û soz didim hevrê û gelê xwe ku ez ê li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan heta dawî û heta serkeftin û azadiya fîzîkî ya rêber Apo, tê bikoşim û bixebitim."

(fr)

ANHA