​​​​​​​“NATO li pey berjewendiyên xwe dikeve û divê Kurd xwe bispêrin xwe”

Siyasetmedar û rewşenbîran wiha nirxandin ku lihevkirinên dawî yên di navbera dewleta Tirk a dagirker û Siwêd û Fînlandayê de, Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe metirsiyê. Her wiha destnîşan kirin ku NATO dixwaze li hember Rûsya û Çînê destkeftiyan bi dest bixe, ji ber wê jî dixwaze bi hemû awayan dewleta Tirk a dagirker a ku qirkirina Kurdan ji xwe re armanc dibîne, razî bike.

​​​​​​​“NATO li pey berjewendiyên xwe dikeve û divê Kurd xwe bispêrin xwe”
14 tîrmeh, 2022   03:33
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Di 28’ê Hezîrana borî de, di civîneke NATO’yê ya li paytexta Îspanya, Medrîd de, dewleta Tirk a dagirker û Siwêd û Fînlanda li ser dijminatiya kurdan û berdewamkirina siyasetên qirkirinê li dijî wan, li hev kirin.

Piştî wan lihevkirinan, gel, aliyên siyasî û navneteweyî nerazîbûn nîşan dan. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestên li dijî Kurdan ên “Siwêd û Fînlandayê” ku rastiya wan herdu dewletan a dûrî mirovahî û demokrasiyê diyar kirin, red kirin.

Her wiha, Meclisa Ketalonya jî bi daxuyaniyeke nivîskî lihevkirina hersê aliyan a ku ji mercên wê radestkirina çalakvanên Kurd ji dewleta Tirk a dagirker re ye, şermezar kir. Her wiha Tevgera Sosyalîst a Demokratîk a Amerîkayê (DSA), lihevkirina NATO’yê bi dewleta Tirk a dagirker re ya ji bo pejirandina endamtiya Siwêd û Fînlandayê di NATO’yê de jî, şermezar kir û daxwaz kir ku navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji “lîsteya rêxistinên terorîst” were derxistin.

Girêdayî heman mijarê, Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê, lihevkirina sêalî ya di navbera NATO, Siwêd û Fînlandayê de wek ragihandina dijmintiya Kurdan bi nav kir.

Der barê vê yekê de jî, siyaseymetdar û endamê Meclîsa PYD’ê Numan Erebo diyar kir ku şerê cîhanê yê sêyemîn derbasî qonaxeke nû bû, ew jî firehkirina NATO’yê li ser hesabê hebûna Rûsya li herêmê ye û got: “Endamtiya Siwêd û Fînlandayê di NATO’yê de bi wê armancê ye ku Rûsya bi şerê Ukraynayê were dorpêçkirin.”

Erebo her wiha behsa bikaranîna mijara endamtiya Siwêd û Fînlandiyê di NATO’yê de û bikaranîna mafê VETO’yê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bo berjewendiyên xwe kir û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk a dagirker vê yek li gor berjewendiyên xwe bi kar anî û ew amade ye her tiştî ji bo tunekirina Kurdan û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bike.”

Erebo wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk a dagirker mercên xwe ji bo pejirandina endamtiya wan herdu dewletan ferz kirin, nexasim ku Siwêdê berê navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” piştî îsbatkirina bêgunehiya PKK’ê di bûyera kuştina Olof Palme de, rakir.”

Numan Erebo da zanîn ku lihevkirina dewleta Tirk a dagirker bi NATO’yê re ya îmzekirina rêkeftina sêalî bi Siwêd û Fînlandayê re, hem dê bandorê li tevgera siyasî ya Kurdî bike ku di encama rêkeftinê de dê çalakvanên Kurd radestî dewleta Tirk a dagirker bibin, hem jî dê talankirin, xerabî û astengkirina azadiyê bi xwe re bîne.

Erebo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hemû dewletên NATO’yê di serî de Amerîka, tenê li gor berjewendiyên xwe tev digerin û guh nadin bandorên neyînî yên siyasetên xwe li ser gelên cîhanê.

Erebo destnîşan kir ku lihevkirinên dewleta Tirk a dagirker bi Siwêd û Fînlandayê re dê Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe meitrsiyê û got: “NATO ji bo bidestxistina destkeftiyan li ser hesabê Rûsya û Çînê, dê berê xwe hide hemû rêbazan. Dewleta Tirk a dagirker jî hêzeke di NATO’yê de ye û ji ber wê jî NATO neçar dibe ku mercên wê yên li dijî Kurdan qebûl bike, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ser vê yekê mînak in.”

Der barê vê metirsiyê de, Erebo wiha anî ziman: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze peymana Millî berî bidawîbûna rêkeftina Lozanê, bi dagirkirina xaka Sûriyê de, pêk bîne. Ji bo vejandina Osmaniya Nû jî dê hewl bide welatên derdorê parçe bike, bigihîje Kerkûk û Mûsliê yên Başûrê Kurdistanê ku berê jî baregehên wê li wê derê bi cih kirine.”

Siyasetmedar Numan Erebo diyar kir ku rêya tekane ya têkbirina êrişan ew e ku gelên herêmê xwe bispêrin xwe û hêzên xwe yên leşkerî.

Nivîskar û hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê Ehmed Silêman bi Numan Erebo re di heman fikrî de ye ku tevlêbûna Siwêd û Fînlandiya li ser hesabê qirkirina kurdan û radestkirina muxalifên siyasî yên li Siwêdê ji Tirkiyê re ye.

Silêman wiha anî ziman: “Mercên dewleta Tirk a dagirker ji bo pejirandina endamtiya Siwêd û Fînlandayê ew bûn ku piştgirî ji ser Kurdan were qutkirin, tevî ku gelek partiyên li Siwêdê hene ku piştgiriya Kurdan dikin.”

Silêman diyar kir ku bihaneya dagirkeriya Tirk a parastina ewlehiya neteweyî dê bihêle Siwêd û Fînlandiya jî, li gor benda 5’emîn a NATO’yê a pêwîstiya piştgiriya dewletên NATO’yê ji hev re, bi Tirkiyê re şer bike.

Di dawiya axaftina xwe de, Silêman destnîşan kir ku NATO bi pêşengiya Amerîkayê, hewl dide qutbeke din li hember xeteriya Rûs-Çîn ava bike, piştî serokê Fransayê Emmaul Macron hevalbend tewanbar kir ku di “mirina mejî” re derbas dibe.

(mh)

ANHA