​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-7-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-7-2022`YAN
13 tîrmeh, 2022   23:00

Şêniyên Amûde şehîdên 14`ê Tîrmehê bi rêya lidarxistina semînerekê li Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê saet di 10:00`an bi bîr tînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo şehîdên 14`ê Tîrmehê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li taxa xerbî û li hola Efrînê ya taxa rojhilatê saet di 10:00`an de bi çalakiyekê bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Tirbespiyê sersaxî didin malbata şehîd Rûken Jiyan saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê li Kobanê civîneke berfireh bi boneya Berxwedana 14`ê Tîrmehê li navenda Çand û Hunerê ya bajêr saet di 11:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Kobanê ji bo bîranîna Berxwedana 14`ê Tîrmehê li taxa Kaniya Kurda saet di 19:00`an çalakiyekê li dar dixe.( BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Firatê ji bi bîranîna Berxwedana 14`ê Tîrmehê saet 10:00`an civînekê li navçeya Sirînê li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedar û rewşenbîran wiha nirxandin ku lihevkirinên dawî yên di navbera dewleta Tirk a dagirker û Siwêd û Fînlandayê de, Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe metirsiyê. Her wiha destnîşan kirin ku NATO dixwaze li hember Rûsya û Çînê destkeftiyan bi dest bixe, ji ber wê jî dixwaze bi hemû awayan dewleta Tirk a dagirker a ku qirkirina Kurdan ji xwe re armanc dibîne, razî bike.

Ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin çanda xwe vejînin bi rêya korsên fêrkirina zimanê ermenî. Hîndekar teqezî bi girîngiya parastina çanda ermenî û belavkirina wî kirin û rave kirin ku ew bi vê yekê kêfxweş in ku li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê ev derfet ji wan peyda bû. Piştî ku jê hatibûn bêpar hiştin di encama siyasetên helandina çand û qirkirinên de ku rastî hatine bi taybet piştî sala 1915`an.

Berxwedana girtîgehan a 14’ê Tîrmeha 1982’yan, girtîgeh û zîndan veguherandin qadên berxwedanê û ruhê berxwedanê li gel bi hezaran têkoşerên şoreşger ên girtî li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker çand û hîna jî bermahiyên wê li ser kesên azar li wan girtîgehan dîtine eşkere ye, mîna têkoşer Serbest Mela Reşîd Seîd ku 30 di girtîgehê de derbas kir.

RAPOR

Di serdema serokê Amerîka Jeo Biden de têkildarî vegera li peymana nukleerî bi Îranê re xweşbînî heye, lê danûstandinên neyekser di navbera Washington û Tehranê de li ser ji nû ve vejandina danûstandinên nukleerî de pêlpêlî ye. Gelo çarenûsa vê peymanê çi ye?

POLÎTÎKA

Di dema ku hemû nêrîn li herêmên dagirkirî ne, siyasetmedarekî diyar kir ku yên ku li kêleka dewleta Tirk a dagirker şer dikin çeteyên DAIŞ’ê ne ku her carê wan bi nav û alên cuda bi kar tîne.

ANALÎZ

Şoreşa Rojava ya ku di bin êriş û gefan de 10 salên xwe derbas kirin, gihaştiye qonaxeke giran. Hebûna wê bûye mijareke navneteweyî û her wiha gefên dewleta Tirk pirsgirêkek e ku divê bê çareserkirin. Ji ber ku esasa vê pisrgirêkê hebûn û destkeftiyên Kurdan e, hemû hewldan girîng bin jî, ji bilî şer rêyeke din tune ye û divê berxwedaneke mezin çêbe. Ji ber ku sîstema desthilatdar a Tirk hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan bi wate dike. Ji xeynî berxwedan û serkeftinê tu tiştekî din nikare encama ku tê xwestin, bide û tiştên din tenê dê pêvajoyê dirêj bikin. Bi qasî xurtkirina nirxên ku hatine avakirin, ji bo sîstemeke mayînde pêdivî bi parastina wan jî heye.