Koreya Bakur îtîraf bi ‘ukraynayiyên cihê’ kir

Piştî Rûsya û hikumeta Şamê, vê sibê Koreya Bakur bi awayekî fermî îtîraf bi her du welatên li rojhilatê Ukraynayê kir. Bi wê re Kîevê têkiliyên xwe bi Pyongyangê re qut kirin.

Koreya Bakur îtîraf bi ‘ukraynayiyên cihê’ kir
14 tîrmeh, 2022   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê Koreya Bakur bi awayekî fermî îtîraf bi her du welatên cihêxwaz ên li rojhilatê Ukraynayê kir û li ser vê yekê Kîevê têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Pyongyangê re qut kirin.

Ajansa Nûçeyan a Koreya Bakur ragihand ku Pyongyang duh muzekereya îtîrafa bi serxwebûnê şand ji desthilatên herêmên Donetsk û Lughanskê re û îtîrafa bi serxwebûna van her du welatan ragihand. Di heman demê de da zanîn ku dixwazin li ser bingeha serxwebûn, aştî û hevaltiyê peywendiyan bi dewletan re deynin.

Piştî hikumeta Şamê û Rûsyayê Koruya Bakur dewleta sêyem e ku ‘cihêxwazên’ ukraynayî nas dike.

Têkildarî mijarê serokê Ukraynayê Zelensky got ew ê bi tundî bersiva vê naskirinê bidin.

(eh)