Faîlê komkujiyan ê dewleta Tirk Maher El-Agal li 'herêma ewle' hate kuştin

Têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker li “herêma ewle” roj bi roj zêdetir derdikevin holê. Serçete Maher El-Agal ku li duh li navçeya Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî hate kuştin, derket holê ku teqînên li Pirsûs û Sultanahmetê ya Stenbolê plan kirine û ji bo wan bombe di sînor re derbas kirine.

Faîlê komkujiyan ê dewleta Tirk Maher El-Agal li 'herêma ewle' hate kuştin
13 tîrmeh, 2022   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li "herêmên çeteyan ên TOKÎ’yê" ku projeya dewleta Tirk a ji bo herêmên dagirkirî ye, DAIŞ roj bi roj bêhtir xwe bi rêxistin dike. Cerablus bûye herêmeke ku çeteyên DAIŞ'ê bi serbestî lê digerin û ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, di operasyonekê de serçeteyê bi navê Maher El-Agal lê hate kuştin.  

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku roja 12'ê Tîrmehê li nêzî Cindirêsê ya Efrînê di êrişeke hewayî de serçeteyekî DAIŞ'ê Maher El-Agal kuştiye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Maher El-Agal ku serçeteyekî sereke yê DAIŞ'ê û lîderê DAIŞ'ê yê li Sûriyê ye, hatiye kuştin. Di dema êrişê de serçeteyekî din ê DAIŞ'ê jî bi giranî birîndar bû.

Maher El-Agal kî ye ku li Cindirêsê ya Efrînê ku dikeve nava "herêma ewle", kî ye? Di nava kîjan komkujiyan de cih girt? Malbata wî kî ye, kî hîmaye dike û li ku dijî?

Maher El-Agal ji gundê Silûk ê Girê Spî ye ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Serçete El-Agal ku waliyê DAIŞ’ê yê Şamê bû, di nava serçeteyên DAIŞ'ê yên herî girîng de di rêza 4’an de cih digirt. Malbata serçete jî DAIŞ'î ye. Malbata wî jî di sala 2014'an de di êrişa li ser Kobanê de cihê xwe girtibû. Bi belge û derfetên ku dewleta Tirk dane, niha li herêmên Bab û Efrînê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, dijîn. 

BIRAYÊN WÎ YÊN ÇETE JÎ HATIN KUŞTIN

Fayîz El-Agal ê birayê Maher El-Agal jî di pêvajoya dagirkeriya DAIŞ'ê de waliyê Reqayê bû. Di  encama operasyona hêzên Koalîsyonê ya li Babê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, di Hezîrana 2020'an de hate kuştin. 

Maher El-Agal kujerekî komî di lîsteya terorîstan a navneteweyî de jî qeydkirî ye. Di qeydên dadgehên dewleta Tirk de navê wî wek "kiryarê komkujiyan" derbas dibe. Lê belê bi belgeyên sexte yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dayîn, bi salan li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, di nava rehetiyê de jiya. 

PLANGERÊ KOMKUJIYÊN PIRSÛS Û SULTANAHMETÊ

Maher El-Agal fermana komkujiya Pirsûsê daye, plan kiriye û bombe di sînor re derbas kiriye. Ev yek jî di girtekên dadgehên Tirk bi xwe de cih digire. 

Ji faîlên komkujiya Pirsûsê Suleyamn El-Agal der barê kurê apê xwe Maher El-Agal de gotibû "Ez dizanim ku di dema teqîna li Pirsûsê de emîrekî sînor hebû. Wî fermana teqînê daye û bombe dabîn kiriye û di sînor re derbas kiriye."

Wezareta Karên Hundir a Tirk di 12’ê Çileya 2021’an de daxuyandibû ku Suleyman El-Agal "bi ‘Ebû Bera’ anku Maher El-Agal re tev geriyaye, plangerê gelek teqînên xwekuj ên wekî Pirsûs û Sultanahmetê ye.”

Li cihên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de têkiliya dewleta Tirk û DAIŞ'ê her roj zêdetir derdikeve holê. Tevî ku gelek belgeyên vê têkiliyê di destê QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene jî civata navneteweyî hê jî bê deng e. Ji ber ku dewleta Tirk ji ber van têkiliyan nayê darizandin, ew herêm ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên ku dewleta Tirk xwedî dike û bi rêxistin dike, dibin “herêmên ewle”.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di ji bo zindîkirina DAIŞ'ê gefên êrişên dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava dixwin. Her desteka ku ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re tê dayîn, desteka ji bo vejandina DAIŞ'ê ye.

NE YA PÊŞÎN E Û NE JÎ YA DAWÎN

Çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên xwedîkirin, li herêmên dagirkirî bi sîstema ‘perwerde bike-çekdar bike’ birêxistinbûna xwe didomînin.  Hin operasyonên Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî  çeteyên DAIŞ'ê ku xetereyê li ser cîhanê çêdikin, ji bo darizandina DAIŞ'ê û çeteyên ku navên xwe guhertine, çareseriyeke mayînde bi xwe re nayne. Di vê çarçoveyê de operasyona li dijî Maher El-Agal ku yek ji serçeteyên DAIŞ'ê ye, ne ya yekemîn bû û ne jî ya dawîn e.

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ya bi pêşengiya DYA’yê 16'ê Hezîranê li bajarê Cerablus ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, operasyonek pêk anî û serçeteyekî DAIŞ'ê Hanî Ahmed El-Kurdî destgîr kir. Hate zanîn ku Hanî Ehmed El-Kurdî emîrê berê yê DAIŞ'ê yê Reqayê bûye.

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê di Sibata borî de ragihand ku Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî ku cihê Ebû Bekir El-Bexdadî girtibû, di operasyona hevbeş a QSD'ê de li ser sînorê Tirkiyê hatiye kuştin.

Ebû Bekir El-Bexdadî jî di 26'ê Cotmeha 2019'an de li Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatibû kuştin.

ANHA