​​​​​​​Ji ber germbûna global li gelek welatên Ewropayê pêla germahiyê ya tund heye

Pêla germahiyê ya li seranserê rojavayê Ewropayê, li Fransayê jî belav bû û li hin herêman pileya germahiya gihaşt 36-39`an.

​​​​​​​Ji ber germbûna global li gelek welatên Ewropayê pêla germahiyê ya tund heye
13 tîrmeh, 2022   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, duh pêla germahiyê ya li rojavayê Ewropayê belavî Fransayê jî bû û di kêmtirî mehekê de ev cara duyemîn e ku pileyên germahiyê yên “ne ji rêzê” tên tomarkirin. Li Spanya û Portugalê jî pileya germahiyê 40 pileyan derbas kir.

li Fransayê pileya germahiyê di navbera 36-38`an de ye û li hin herêman jî gihaşt 39`an. Li gorî Sebastian Lias ê pisporê meteorolojiyê, tê texmînkirin ku rojên şemî û sêşemê pileya grmahiyê bigihêje lûtkeyê.

Serokwezîra Fransayê Elizabeth Burne jî bang li hikumeta xwe kir ku li hemberî pêla germahiyê bisekinin, ji ber ku yekser bandorê li tenduristiya mirovan dike.

Tê payîn ku pêla germahiyê li hin parçeyên din ên rojava yan naverasta Ewropayê jî belav bibe. Li Brîtanyayê hişyariyên li ser pêla germahiyê ya tund hatibû dayîn.

ENCAMA GERMBÛNA GLOBAL E

Zanyar dibêjin ku zêdebûna pêlên germahiyê, encama yekser a germbûna global e. Li gel pêla germahiyê, hişkesaliyeke tund jî heye û bandoreke metirsîdar li çemên qeşayî yên li çiyayên Alpen dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya demekê li Îtalyayê ji ber germbûna global çemên qeşayî heliyan û di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da.

Tê payîn ku heta pêncşemê pêla germahiyê bigihêje Geliyê Tagus û Geliyê Guadalquivirê û pileya germahiyê derkeve 43-44’an.