Tehran: Hewldanên avakirina hevbendiyên li dijî Îranê siyaseteke binkeftî ye

Rayedarekî Îranê piştrast kir ku hewldanên avakirina hevbendiyên ewlehiyê li dijî Îranê, siyaseteke binkeftî ye. Her wiha destnîşan kir ku ewlehî li herêmê mijareke giştî ye û nayê parçekirin.

Tehran: Hewldanên avakirina hevbendiyên li dijî Îranê siyaseteke binkeftî ye
13 tîrmeh, 2022   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di civîna çapameniyê ya heftane de axivî û got: “Hewldanên avakirina hevbendiyên ewlehiyê li dijî Îranê, siyaseteke binkeftî ye. Mijara ewlehiyê li herêmê mijareke giştî ye û nayê parçekirin, çi rageşiya li herêmê dê zirarê bide ewlehiya tevahî welatên herêmê.”

Kenanî diyar kir ku siyaseta avakirina blok û hevbendiyên ewlehiyê bi amadebûna hêzeke ne rewa ya ewlehiya herêmê têk dibe, bê encam e û wiha dewam kir: “Îsraîl di têkbirina ewlehiya herêmê de faktorekî sereke ye û xizmeta îstiqrara herêmê nake. Bawer im ku welatên herêmê dê vî tiştî ferq bikin.”

Kenanî anî ziman ku Washington bi hewldana avakirina van hevbendiyan hewl dide sûkên nû ji bo çekên xwe veke, Îran di wê baweriyê de ku ewlehiya li herêmê tenê bi rêya mekanîzmayên herêmî yên giştî bi beşdariya hemû welatên herêmê, bêyî destwerdana derve pêkan e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wiha domand: “Li gorî siyaseta Washington a li herêmê, divê welatên herêmê peyamên aştiyê bi Îsraîlê re çêkin, ku hêzeke ne rewa ye. Helwesta Amerîka li hember Îsraîlê zelal e û nehatiye guhertin. Siyaseta Washington li herêmê, piştevaniya Sihyûniyan û misogerkirina ewlehiya wê li ser hesabê ewlehiya welatên herêmê ye. Ev ne siyaseteke aqlilane ye.”

Nasir Kenanî got: “Çi peymanên aştiyê yên dewletan, nêrîna gelên herêmê li hember Îsraîlê naguherîne.”

(cx)