​​​​​​​Dijwar Ehmed: Şerê gel ê şoreşgerî li hember dagirkeriyê bingeheke girîng e

Nivîskar û rojnamevan, Dijwar Ehmed diyar kir ku şerê gel ê şoreşgerî, ji bo gelên berxwedêr bûye mîrasek û beşek ji dîrok û rêbazê têkoşîna wan li hember pergal û hêzên dagirker. Her wiha teqez kir ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêgezên vî şerî pêk bînin da ku axa xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin.

​​​​​​​Dijwar Ehmed: Şerê gel ê şoreşgerî li hember dagirkeriyê bingeheke girîng e
12 tîrmeh, 2022   01:55
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dema gel rastî êrişên fikrî û leşkerî ji aliyê hêzên hegemonîk ve tên, wê demê hemû endamên civakê, dibin şervan, ax û hebûna xwe her yek bi rêbazê xwe diparêze. Ev rastiya cewherî di dîrokê de di nava gelên têkoşer de belav bûye û heta îro berdewam kiriye da ku civakên demokratîk li ser bingeha edalet, wekhevî û azadiyê ava bikin. 

Stratejiya şerê gel ê şoreşgerî, li ser têkoşîna gel û piştgiriya hêzên leşkerî li gorî teoriyeyeke şoreşgerî ji bo parastina xwe li hember hemû cureyên dagirkerî, zulm û zordestiyê, ava dibe. Rêber Abdullah Ocalan di vî warî de dibêje: “Divê gel xwe birêxistin bikin û xwe li gorî stratejiyeke nû biparêzin ku dikare sûd ji şaştiyan û tecrubeyên berê li gorî şerê gel ê şoreşgerî bigire ku bingeha wê xweparastin e.”

Li Kurdistanê şerê gel ê şoreşgerî, rêya yekane ya parastina gelan e ku xwe ji êrişên qirkirinê û helandinê biparêzin. Bi taybet gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin.

GIRÎNGIYA GIRÊDANA NÎŞTIMANÎ YA DI NAVBERA GEL Û AXÊ DE

Di vî warî de rojnamevan û nivîskar Dijwar Ehmed têgeh û bingehên şerê gel ê şoreşgerî wiha pênase kir: “Gelek hîm û rêgezên vî şerî hene. Jê ya herî girîng, baweriya bi xwe, girêdana nîştimanî ya di navbera gel û axê de, şiyana berxwedan, sekn û baweriya bi hêza siyasî û leşkerî ye, her wiha pêwîstiya amadekirina gel a xwe ji aliyê lojistîk û derûnî ve heta demeke dirêj e. Xwazeya vî şerî ji şerên din cuda ye, ev şerekî demdirêj e û dibe gelek salan dirêj bike.”

Ehmed wiha domand: “Divê gel xwe ji bo têkoşîna çekdarî amade bike. Ji ber, ev şer gelekî berxwedêr çêdike ku ne pêkan e dijmin wî têk bibe her çiqas bi hêz be.”

MODELÊN ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DI DÎROKÊ DE

Dijwar Ehmed îşaret bi rêgezên şerê gel ê şoreşgerî û firehbûna wî di nav gelan de kir û got: “Ev şer ji bo gelên cîhanê bûye mîraseke berxwedanê. Kokên wê ji gelekî derbasî gelekî din bûye. Bûye beşek ji dîrok û rêbazên berxwedana gel li hember pergal û hêzên dagirker.”

Her wiha Ehmed çend mînak li ser gelên ku ev rêgez pêk aniye bi bîr xist û got: “Destpêkê li parzemîna Asya bû di Komara Gel a Çîn de bû. Dema tevgerên siyasî, çandî û civakî li dijî dagirkeriya Japonya serî hildan, gelê Çînê hişyar kir û birêxwstin kir û dagirkerî ji herêmên xwe derxist.”

Ehmed diyar kir ku ev şer piştre di nav gelên din de belav bû û got: “Mîna gelê Hindistanê ku li dijî dagirkeriya Brîtanya tê koşiya, gelê vietnamî ku li hember dagirkeriyên Fransa, Amerîka û Japonya xwedî dîrokeke dirêj a berxwedanê bû. Gelê Cezayir, Gelê Filistînê li dijî destwerdana Îsraîlê, ev şer gihaşt Kobayê jî ku bi navê “şerê gerîla” hat naskirin. Her wiha gelek modelên din jî hene.”

TECRUBEYA KURDAN DI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DE

Ehmed destnîşan kir ku kurdan jî rêgez û pîvanên şerê gel ê şoreşgerî kirin bingeha berxwedana xwe ya li hember dagirkerên Kurdistanê û wiha domand: “Kurdan dagirkerî, girêdanbûyîn û koletiya dagikerên Kurdistanê red kirin.”

Dijwar Ehmed wiha pê de çû: “Bi destpêkirina şoreşa dawîn li Kurdistanê bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), modeleke din a şerê gel ê şoreşgerî derket ku gel li ser bingeha xweparastinê hişyar bike û birêxistin bike. Li rex pêwîstiya şiyana gel ku xwe li hember qirkirina bedenî, çandî û bîrdozî biparêze da pêş.”

Ehmed balkişand ser rastiya şerê gel ê şoreşgerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û got: “Mijara şerê gel ê şoreşgerî, rastiyeke ku em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn. Ev rastî bi rêya berxwedana destanî ya gel li Efrînê di 85 rojan de li hember destwerdana NATO`yê û berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî li ser erdê îsbat bû.”

DI XENDEKÊN ŞER DE GEL Û ŞERVAN YEK HÊZ E

Li gel gefên dewleta Tirk a dagirker a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ragihandina Rêveberiya Xweser rewşa awarte, nivîskar û rojnamevan Dijwar Ehmed got, berdewamkirina şerê gel ê şoreşgerî li dijî dagirkeriyê îro ji her demê bêtir girîng e û wiha berdewam kir: “Êrişên dagirkeriya Tirk vîna gelan û jiyan hevbeş, demokratîk, aştî û ewlehiya li herêmê dikin hedef.”

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Tîrmehê de rewşa awarte li seranserî herêmê li hember gefên dagirkeriya Tirk ragihand.

Dijwar Ehmed teqezî bi piştgiriya hêzên leşkerî kir û got: “Divê gel û hêzên leşkerî yek hêz be. Divê gel di piştgiriya QSD`ê de rêgezên şerê gel ê şoreşgerî pêk bîne. Dev ji axa xwe bernede. Bi hemû rêbazan wê biparêze û di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de hemû tedbîran bigire.”

GIRÊDANA BI JIYANA AZAD

Ehmed daxuyand ku gelê ku dev ji axa xwe bernede û li ber xwe bide, dikare mucîzeyan pêk bîne û gotina helbestevanekî tunisî bi bîr xist û got: “Ebû Qasim El-Şabî go; Heke rojekê gel jiyanê bixwaze, teqez dê qeder bibe bersiv. Gelên me jî jiyanê dixwazin, bi jiyana azad, jiyana hevbeş û biratiyan gelan ve girêdayî ne.”

Di dawiyê de Dijwar Ehmed got: “Li eniyan, şervanê kurd li rex yê ereb, asûr û turkmen hene, li rex hev şehîd dibin. Ev rastî û cewhera şerê gel ê şoreşgerî ye. Niha ev şer li ser me hat ferzkirin û divê em xwe biparêzin.”

(şx)

ANHA