​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-7-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-7-2022`YAN
11 tîrmeh, 2022   23:00

Şêniyên Kobanê bang kir ku divê qada hewayî ya herêma were girtin û sînorek ji sûcên Erdogan re were danîn û got: "Em amade ne parastina herêmê bikin û çi dagirkeriyê qebûl nakin." (BI WÊNE Û DÎMEN) ‎

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Hesekê, destnîşan kir ku di vê dawiyê de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser torên kehrebeyê yên stasyonê, ava ji stasyona Elok ku digijêhe herêmê bi rêjeya ji sedî 50 kêm bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aborînas Xorşîd Elîka û yek ji damezrînerê Komeleya Aborî ya Kurd li Sûriyê da zanîn ku gendeliya hikumeta Erdogan pêk anî û berdewama siyaseta çewisandinê sedemên hilweşîna lîreya Tirkiyê ye û got ger destwerdan li siyasetên bankê neyê kirin û çewisandin bi dawî bibe dê pirsgirêkên aborî yên Tirkiyê çareser bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û rojnamevan, Dijwar Ehmed diyar kir ku şerê gel ê şoreşgerî, ji bo gelên berxwedêr bûye mîrasek û beşek ji dîrok û rêbazê têkoşîna wan li hember pergal û hêzên dagirker. Her wiha teqez kir ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêgezên vî şerî pêk bînin da ku axa xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan got “Divê gel xwedî li rêber Apo derkeve. Ji ber ku roj roja azadiya fizîkî ya rêber Apo ye.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Jinên gundên li eniya şer ên bakurê Minbicê, soz dan dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku ew ê berxwedaneke bêhempa li hember êrişên wan bidin meşandin û gotin: “Eger dagirker gavekê ber me ve bavêjin em ê tevî şervanan li hember wan bin.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Tecrubeya çandina darên fistiqê helebî ji aliyê gelek cotkarên başûrê Hesekê ve bi ser ket. Yek ji wan cotkaran Yasir El-Elî got: “Avhewaya herêmê û tunebûna nexweşiyan hişt ku ev tecrube bi serkeve.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA