‛Digel siyasetên çewsîner tu çareserî ji krîza aborî ya Tirkiyê re tune ne’

Aborînas Xorşîd Elîka û yek ji damezrînerê Komeleya Aborî ya Kurd li Sûriyê da zanîn ku gendeliya hikumeta Erdogan pêk anî û berdewama siyaseta çewisandinê sedemên hilweşîna lîreya Tirkiyê ye û got ger destwerdan li siyasetên bankê neyê kirin û çewisandin bi dawî bibe dê pirsgirêkên aborî yên Tirkiyê çareser bibin.

‛Digel siyasetên çewsîner tu çareserî ji krîza aborî ya Tirkiyê re tune ne’
12 tîrmeh, 2022   04:45
KOBANÊ-CUME MIHEMED

Lêkolînerê aborî têkildarî daketina lîreya tirkî û bandora wê li rewşa aborî û debarê ji ANHA`yê re axivî.

Lêkolînerê aborî Xorşîd Elîka diyar kir ku ger rêjeya faîzê li gorî enflasyonê neyê bilindkirin û bazar îstiqrar nebin û neyên kontrolkirin dê lîreya Tirkiyê bi berdewamî kêm bibe. Li aliyekî din jî ger banka navendî rêjeya faîzê bilind nekir û siyaseta leşkerî ya dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, zextek li ser lîreya tirkî çêkir, her wiha bilindbûna buhaya enerjî, kel û pelan û xizmetguzariyan ji ber şerê Rûsya û Ukrayna bandor li daketina nirxa lîreya Tirkiyê kir.

Elîka wiha got: "Gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kurdên li bakur, Bakur û Rojhilatê Sûriyê rasterast bandorê li lîreya tirkî dike, ji ber ku Tirkiyê ji dewletên bi siyasetên hundirîn û derve yên hikumeta Erdogan dide meşandin, bandor dibe."

Têkildarî hewldanên serokkomarê Tirk Recep Teyyîp Erdogan ji serdana dewletên Kendavê û pêşwazîkirina serokê Îsraîlê, her wiha kêmkirina daxuyaniyên li dijî Ewropayê û dewletên cîran ku çareseriyê ji aloziya aborî re bibînin ku dibe bibe sedema daketina wî ji desthilatê, Elîka wiha axivî: "Erdogan di kêmkirina yedeka darayî ya ji bo piştgiriya lîreya tirkî de xwe dispêre hebên êşbiran, her wiha siyaseta deyndariyê ji dewletên nêzî wê bi kar tîne. Lê ev hemû derziyên êşbirê ji aboriyê re ne û dibe ku heta çend mehan krîza aboriyê kêm bikin, lê wê careke din di çend mehên din de lîre dakeve. Ew jî bi sedema ku pisgirêk ji binî ve neyên çareserkirin û destwerdanên siyasî yên Erdogan di siyaseta darayî ya banka navnedî û guhartina berpirsê bankê de bi gelek caran di çend mehan de, wê jî serxwebûna bankê winda kir."

Aborînas Elîka wiha domand: "Erdogan di merheleya hilbijartinên serokatiyê de ye û hewl dide bi hemû rêbazan îstîqrarê di lîreya tirkî pêk bîne ku hilbijartin bi ser kevin. Lê gendeliya hikumetê û partiyên wê di dirêjahiya salan de pêk anîn, ne mumkin e di roj û şevekê de were çareserkirin, bi taybet piştî şerê Rûsya û Ukraynayê û siyaseta hundirîn a Erdogan nexasim ku ji 2016`an ve dijberan binçav dike, ji wan HDP`ê û siyaseta wê ya li Lîbyayê, Ermenistan, Yewnanistan, Sûriye, Somal û Sûdan û dijminatiya wî ji Ewropayê re ku dosya penaberên sûrî wekî kaxezekê zextê li dijî Ewropa bi kar tîne û destpêkê tevlêbûna Fînlandiya û Swêd ji NATO`yê re red dikir."

Der barê rêbazên çareserkirina daketina lîre û aboriya Tirkiyê de, Xorşîd Elîka ev tişt got: "Destpêkê divê nirxê feîzê were bilindkirin ku rêjeya bilindbûna aboriyê dakeve û têkilî siyaseta bankê nebe û hîn zêdetir serbixwe be. Li aliyekî din jî siyaseta çewisandinê ya li dijî muxalefetê were rawestandin û aliyên siyasî bi azadî tev bigerin, di heman demê de diyalogên siyasî li dar kevin ku rê li pêşiya îstismara biyanî ya rasterast û hundirîn werin vekirin."  

Aborînas û damezrînerê Komeleya Aborî ya Kurd li Sûriyê anî ziman ku daketina lîreyê bandoreke neyênî li xizanên li Tirkiyê kir û bû sedem ku piraniya wan li Ewropa û dewletên din li derfetên kar bigerin ku jiyaneke birûmet dabîn bikin.

(eh)

ANHA