Siyasetmedar: Divê civata navneteweyî qenciyê vegerîne û qada hewayî bigire

Siyasetmedaran bang li civata navneteweyî kir ku qenciya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerînin û qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Siyasetmedar: Divê civata navneteweyî qenciyê vegerîne û qada hewayî bigire
11 tîrmeh, 2022   01:49
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

28'ê Hezîrana borî, partî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke hevpar gefên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî pêkhateyên herêmê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafirên dewleta Tirk bigirin.

Sekretêrê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê Kovan Kenho anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji mecên navneteweyî û mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya- Ukraynayê ve digire, da ku bala civaka Tirkiyê li ser aloziya aborî bibe û kiryarên dijminane li ser xaka Sûriyê pêk bîne.

Kovan Kenho diyar kir ku banga partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî bersiva planên qirkirin yên li dijî herêmê hate kirin.

Kenho bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk ên li dijî projeya neteweya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û doza kurdî kir û got, dewleta Tirk a dagirker şerê tevahî projeyên demokratîk dike, naxwaze pirsgirêka kurdî were çareserkirin, her wiha şerê tevahî hêzên kurdî yên ku destkeftiyên gelê Kurd diparêzin, dike.

Kovan Kenho bi domdarî got: "Sûc û gefên Tirkiyê rê li ber vejandina şaneyên çeteyên DAIŞ'ê vedike. Hebûna çeteyên DAIŞ'ê gefê li civata navneteweyî bi giştî dike. Ji ber vê yekê ji Koalîsyona Navneteweyî tê xwestin ku  nehêle DAIŞ jinûve zindî bibe."

Kenho îşaret pê kir ku bêdengiya navneteweyî dewleta Tirk teşwîq dike ku komkujiyan bidomînin û got: "Me daxwazên xwe pêşkêşî Koalîsyona Navneteweyî, Federasyona Rûsya û Neteweyên Yekbûyî kir da ku dawî li sûcên Tirkiyê bîne."

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Ebas Hisên jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên qirkirinê didomînin da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe û li ser hesabê gelê Sûriyê bazariyên navneteweyî qezenc bike.

Hisên bi bîr xist ku Tirkiyê xwedî dîrokeke xwînrij li dijî gelên herêmê, bi taybet gelê Kurd e û got: "Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ'ê, dewleta Tirk hewl dide gel qir bike. Di nava bêdengiya navneteweyî de bi balafirên bê mirov kesayetên welatparêz dike hedef û hewl dide deverên din ên xaka Sûriyê dagir bike."

Hisên da zanîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkbirina terorê xizmeteke mezin da civata navneteweyî, ji ber vî yekê ji civata navneteweyî tê xwestin ku parastina van pêkhateyan bikin ku bi hezaran şehîd û birîndar dan û ji bo pêşerojeke ronî, rêveberiya xwe ya xweser ava kir.

Ebas Hisên jî bang li hêzên navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî kir ''Li şûna ku destûra qirkirina gelên herêmê yên aştîxwaz bidin, qada hewayî ya herêmê li ber dewleta Tirk a dagirker bigirin, hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin ji ber ku sûcan pêk tîne, destekê dide DAIŞ'ê.''

ANHA