Siysetmedarên filîstînî: Destwerdana Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê nayê qebûlkirin

Çavdêrên filîstînî gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkeriya wê ya li Sûriye û Iraqê red kir û îşaret bi girîngiya yekitiya Kurd û Ereban kir da ku destwerdana dewleta Tirk li her du welatan bê têkbirin.

Siysetmedarên filîstînî: Destwerdana Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê nayê qebûlkirin
10 tîrmeh, 2022   05:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên azadîxwazên herêmê û cîhanê, her wiha siyasetmedar û rewşenbîrên filîstînî yên li dijî êriş û destdirêjiyên dagirkeriya Tirk ên domdar li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser hev derdikevin.

Fermandarê Partiya Gel a Filîstînê Ebdulqadir Idrîs ji ajansa me re wiha axivî: “Dewleta Tirk destwerdana xwe li kar û barên Ereban didomîne, dixwaze van welatan parçe bikin da ku bi hêsanî karibe projeyên xwe yên mêtingeriyê lê pêk bîne. Ev yek ji destwerdana wê ya domdar li Iraq û Sûriyê diyar e ku parçeyên her du dewletan dagir kirine.”

Ebdulqadir Idrîs diyar kir ku divê civaka navneteweyî yekser destwerdanê bike da ku vê destwerdana li dijî qanûnên navneteweyî li serdestiya dewletan rawestîne. Her wiha da zanîn ku destdirêjiya li xaka wan dewletan, binpêkirina serdestiya Iraq û Sûriyê ye.

‘DIVÊ KURD Û EREB TÊKOŞÎNÊ HEVPAR BIKIN’

Ebdulqadir Idrîs wiha pê de çû: “Em têkoşîna gelan ên ku li dijî destwerdana Tirkiyê li xaka wan û dagirkirina herêmên wan şer dikin, pîroz dibînin. Divê ev hewldan bibin yek da ku ev destwerdan û dagirkeriya Tirk bê tunekirin. Destwerdanên Tirkiyê yên ku em red dikin, li Sûriyê û Iraqê sînordar neman, lê belê dest di Lîbyayê jî werda, beriya wê jî dest di Filîstînê werda ku rewşa parçebûnê li wî welatî mayînde bike.”

Fermandarê Partiya Gel a Filîstînê, hewldanên dewleta Tirk ên belavkirina fitnê û nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên mêtingeriyê li wan welatan, şermezar kirin û got: “Divê Kurd û Ereb bibin yek da ku destwerdana Tirkiyê têk bibin û divê ji bo tunekirina dagirkeriya Tirk têkoşîna hevpar bimeşînin.”

‘HINCETA KU KURD JI BO HEBÛNA TIRKIYÊ XETERE NE, BÊ BINGEH E’

Li aliyê din, nivîskar û çalakvanê siyasî yê ji Filîstînê Mistefa Mislimanî jî bal kêşa ser timayên dewleta Tirk li Sûriyê û wiha axivî: “Vê dawiyê behsa avakirina kembereke ewle bi kûrahiya 30 km di xaka Sûriyê de tê kirin. Ev destwerdan neheq e û destdirêjiya li xaka Sûriyê ye, her wiha destwerdana li kar û barên Sûriyê ye û hewldaneke ku hincetên bêbingeh nîşan bidin wekî Kurd li ser hebûna Tirkiyê xetere ne.”

Mislimanî daxuyand ku dewleta Tirk îro hewl dide aloziya Ukraynayê û mijûlbûna Rûsya bi Ukraynayê ve, bi kar bîne û baregehên nû ava bike û got: “Em vê destwerdanê şermezar dikin û bi yek carî qebûl nakin.”

Mislimanî her wiha bal kişand ser gefên Tirkiyê û diyar kir ku ew gef ne ji bo vegerandina penaberên sûrî û bicihkirina wan in, lê belê destdirêjiya li xak û serdestiya Sûriyê ye.

‘TU WELATIYEKÎ EREB DESTWERDANA TIRKIYÊ QEBÛL NEKE’

Fermandarê Eniya Têkoşîna Gel Mehmûd El-Zeq jî gef û êrişeke muhtemel a dewleta Tirk red kir û got: “Bê guman em vî tiştî bi temamî red dikin, ev li dijî berjewendiya stratejîk a Tirkiyê ye.”

El-Zeq destnîşan kir ku ji berjewendiya Tirkiyê ye ku ji ber têkiliyên îslamê, têkiliyên xwe bi alema erebî re baş bike.

Mehmûd El-Zeq wiha domand: “Tê xwestin ku Tirkiyê bi vî tiştî bizane ku berjewendiyên wê li cîhana erebî ne û divê hevbendiyên wê yên dîrokî jî li ser vî esasî bin. Em bi hêvî ne ku Tirkiyê pê zanibe ku ev dijminahiya li dijî Sûriyê bi taybet û hewldana kontrolkirina xeta sînorî, mijareke ku tu welatiyekî Ereb nikare qebûl bike.”

Fermandarê filîstînî bang li Tirkiyê kir ku destwerdana xwe li Sûriyê rawestîne û got: “Em hêvî dikin ku Tirkiye ji vê xetê vekişe û destwerdana xwe ya neheq li kar û barên Sûriyê rawestîne.”

Ji fermandarê Partiya Gel a Fîlistînê Welîd El-Ewad jî dagirkeriya Tirk li Sûriyê şermezar kir û got: “Destwerdana dewleta Tirk nayê qebûlkirin, destwerdana tu welatên biyanî jî li Sûriyê nayê qebûlkirin.” El-Ewad banga rawestandina destwerdana Tirkiyê û vekişîna wê ji herêmên Sûriyê kir.

Hêjayî gotinê ye ku ji 17`ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê êrişên qirkirinê pêk tîne, hemwextî wê êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ji Gulana borî ve, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gefên dagirkeriyeke nû li dijî herêmê dixwe.

Li hemberî van gefan, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6`ê Tîrmehê rewşa awarte ragihand.

(cx)

ANHA