'Em ê qebûl nekin di bin rehma dagirkeran de bijîn, me berxwedan hilbijartiye'

Şêniyên kantona Şehbayê diyar kir ku gefên dewleta Tirk dê israr û berxwedana wan kêm neke, her wiha destnîşan kir ku ger dewleta Tirk bajarê Til Rifetê dagir bike, dê navendeke nû ya terorê çêke.

'Em ê qebûl nekin di bin rehma dagirkeran de bijîn, me berxwedan hilbijartiye'
9 tîrmeh, 2022   23:54
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Li gel berdewamkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên kantona Şehbayê diyar dikin ku sekinandina li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, yekane rê ye ji bo parastina bajarê Til Rifetê.

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Cûma Kalo di vê derbarê de got: “Komên çete tevî artêşa Tirk a dagirker ji topbarana domdar a li ser bajarê Til Rifetê armanc dikin ku xelkê bidin koçberkirin, yên ku berê ji kantona Efrînê ya dagirkirî hatine koçberkirin. Ji lew re hewl didin bajarê Til Rifetê û gundên wê dagir bikin.”

Kalo destnîşan kir ku dewleta Tirk îdia dike ku ew ê “herêmeke ewle” li ser sînor ava bike, lê belê li hemû herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, navendên terorê yên bi sponseriya wê hatine avakirin û wiha domand: “Eger Til Rifetê jî dagir bike, dê çarenûsa wê jî wekî ya herêmên dagirkirî be. Tirkiye hewl bi dagirkirina herêmên Sûriyê temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bike û aloziyê kûrtir bike.”

Endama Meclisa Bajarê Til Rifetê Fatima Mihemed jî îşaret bê kir ku dewleta Tirk hewl dide guhertina demografiyê li herêmê pêk bîne û got: “Tirkiye armanc dike wekî kantona Efrînê ya dagirkirî, guhertina demografiyê li herêmê pêk bîne. Eger dewleta Tirk bajarê Til Rifetê dagir bike, dê projeya xwe ya vegerandina bicihkirina milyonek penaberên sûrî li bakurê Sûriyê pêk bîne.”

Fatima daxuyand ku dewleta Tirk hewl dide Mîsaqî Millî pêk bîne, ji lewra bi awayekî domdar gefên dagirkirina bajarê Til Rifetê dixwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew hewl dide şert û mercên guncaw peyda bike, da ku fersendê bibîne û projeya xwe pêk bîne.”

Serokê Komîa Gundê Kefer Entûn ê kantona Şehbayê, Ehmed Îbrahîm jî diyar kir ku ew ê li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û wiha axivî: “Wekî şêniyên bajarê Til Rifetê, em topbarana domdar li ser Til Rifet û gundên derdorê wê şermezar dikin. Di topbaranê de tenê sivîl û zarokên bêguneh tên qetilkirin. Vê dikin, da ku em ji herêmê derkevin û radestî dagirkeriya Trik û çeteyên wê bikin. Lê dê ya bi dilê wan nebe. Em li vir in, me berxwedan wekî projeyekê ji xwe hilbijartiye da ku herêmên xwe biparêzin.”

Îbrahîm bal kişand ser vî tiştî ku ew xwediyên vê erdê ne û dê “jiyana di bin rehma dagirkeran de” qebûl nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji beriya bi hezaran salan de li vir in, em xwediyên vê erdê ne, em ê qebûl nekin ku di bin rehma wan dagirkeran de bijîn, heta nefesa dawî em ê li ser ber xwe bidin û em ê dernekevin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojane herêmên Şehbayê ku bi deh hezaran welatiyên sivîl tê de ne, rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê.

(cx)

ANHA