​​​​​​​ Şahîn: Em hewl didin eniyeke hevgirtî li hember dagirkeriya Tirk ava bikin

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê, Mihemed Şahîn bang li şêniyan kir ku li hember gef û êrişên dagirkeriya Tirk amade bin û got: "Em hewl didin eniyeke navneteweyî ya hevgirtî li hember dagirkeriya Tirk ava bikin."

​​​​​​​ Şahîn: Em hewl didin eniyeke hevgirtî li hember dagirkeriya Tirk ava bikin
9 tîrmeh, 2022   03:24
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker di çend rojên dawîn de asta gefên xwe li dijî herêmê zêde kirin û behsa dagirkirina herêmên nû dike.

Meclisa Girî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember gefên dewleta Tirk a dagirker, çarşemê rewşa awarte li seranserî herêmê ragihand.

Di vê çarçoveyê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn teqez kir ku ew van gefan cidî dibînin.

Şahîn wiha domand: “Tecrubeyên me berê bi vê dagirkeriyê re hene dema Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Rojane gefan li herêmê dixwe, ev gef ne nû ne lê di vê dawiyê de zêde bûn. Rola Tirkiyê di gûrkirina aloziya li welat de didomîne, hewl dide deverên din dagir bike. Ji ber vê em van gefan cidî dinirxînin."

Mihemed Şahîn diyar kir ku AKP`ê, di nav aloziyên siyasî û aborî de ye û heta gihaştiye qada dîplomatîk a navneteweyî û got: “Ji ber van aloziya, AKP`ê gefan li herêmê dixwe ku dê destwerdana herêmê bike da ku destkeftiyên siyasî li ser asta hundir bidest bixe.”

Der barê rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser ragihandiye, Şahîn got : “Ji ber zêdebûna van gefan, Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand. Hemû sazî dê li gorî wê li hember van gefan bisekine. Divê welatî jî xwe hazir û amade bikin. Gefên dewleta Tirk a dagirker li ser eniyan berdewam in. Balafirên keşfê her tim li asîmanê herêmê digerin. Îhtîmal heye ku eniya şer firehtir bibe û ne diyar e di kijan kêliyê de êriş dest pê bike.”

Têkildarî hewldanên Rêveberiya Xweser li ser asta dîplomatîk, Mihemed Şahîn got: “Hemû dizanin ku rêveberiya me bê navber bi rêya şandeyên dîplomatîk hewl dide ku van gef û êrişan rawestîne. Em hewl didin eniyeke hevgirtî ya navneteweyî li dijî dagirkeriyê û hovîtiya wê ava bikin.”

(şx)

ANHA