Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin

Şeva din li navçeya Geverê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di saet di 02:30 û 03:00’an de 3 teqînên mezin çêbûn.

Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
9 tîrmeh, 2022   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, saet derdora 02:30 û 03:00’an de li navenda Gever a Colemêrgê 3 teqînên mezin pêk hatin.

Hate ragihandin ku teqîn li nêzî Qereqola Polîsan a 75’încî Yil a li Taxa Kişlayê û navenda polîsan a li girê Şahîn pêk hatine.

Di dema teqînan de ji deverên cuda yên navçeyê ber bi navenda polîsan fîşekên hewayî hatin avêtin.  Piştî teqînan, li herêmê dengê çekan hat.

Polîsên ku demek piştre sewqî herêmê hatine kirin, gule li derdorê reşandin.

Li navçeyê liv û tevgera polîsên dagirker didome.