Îlham Ehmed: NATO dê gelek windahiyan bike ji ber ku xwe spart hêzeke lawaz

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed got: "NATO dê gelek windahiyan bike, ji ber ku pişta xwe bide dewleteke lawaz a xwedî rêveberiyeke pragmatik ku berjewendiyên dewletê dixe xizmeta desthildariya mêrekî ku ew jî NATO ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û hewl dide xewna osmanî pêk bîne.''

Îlham Ehmed: NATO dê gelek windahiyan bike ji ber ku xwe spart hêzeke lawaz
8 tîrmeh, 2022   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Îlham Ehmed gefên dewleta Tirk a dagirker û xeteriya siyasetên wê yên firehkirinê li dijî herêmê nirxand û her wiha piştgiriya NATO`yê ji dewleta Tirk a dijberî kurdan re rexne kir.

Îlham Ehmed behsa rewşa awarte kir ku Rêveberiya Xweser di 6`ê Tîrmehê de ragihand û diyar kir ku ev rewş dê ne demkî û ji bo demeke diyar be.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed anî ziman ku gefên dewleta Tirk ne nû ne, madem siyasetên xwe yên hilbijartinê li ser şeran û rijandina xwînê ava dike, gefên wê bi dawî nabin.

Îlham Ehmed balkişand ser desteka NATO ji dewleta Tirk re ku qirkirina kurdan kiriye bingeha perspeketîfên xwe yên stratejîk û got: ''Tirkiye, hêza xwe ji NATO`yê digere û li ser astên siyasî û leşkerî pişta xwe didiyê. Hîna hewl dide xewna xwe ya osmanî pêk bîne. Lihevkirina Lozanê ji bo xwe neheqî dibîne. Ji ber wê dixwaze xeta Lozanê rast bike. Her wiha hewl dide rewşeke nû biafrîne û li ser vîna civata navneteweyî ferz bike. Tenê bi rêya bidawîkirina siyasetên wê yên dijminane û planên wê yên firehkirin, çareserkirina pirsgirêkên hundirîn,  her wiha bi rêya diyaloga rastîn û çareseriya siyasî, rawestandina desteka leşkerî ji Tirkiye ku pirê caran li gelan bi kar tîne ji pêşkêşkirina piştgiriya leşkerê ji Tirkiyê re bê berdan, dê ev gef werin rawestandin. ''

Girêdayî encamên civîna dawî ya NATO`yê ku 28`ê Hezîranê li Madrîdê li dar ket, têkiliya dîroka lidarxistina wê bi dîroka darvekirina Şêx Seîd û darizandina rêber Abdullah Ocalan re Îlham Ehmed got: ''Erdogan di civînê de her tim behsa pêkanîna serkeftinan kir. Civîn ji bo propagandaya hilbijartinan bi kar anî. Raya giştî ya Tirk muxateb girt û beriya destpêkirina hemleya hilbijartinan, xwest bi xîtabê xwe civaka Tirkiyê rihet bike. Helbet bi ser ket dema hemûyan li ser mayîna navê PKK`ê di lîsteya terorê de heta 2030`î li hev kir, tenê ji bo Tirkiyê razî bikin ji bo ku ji NATO`yê dernekeve û dev ji serhişkiya xwe ya li hember tevlêbûna Swêd û Fînalandiya berde.''

'NATO DI ÇARÇOVEYA XWE YA KLASIK DE MA'

Her wiha Îlham Ehmed îşaret bi bandorên lihevkirinê li ser rewşa hundir a Swêd û Fînlandiya kir û got: ''Bi îmzekirina lihevkirina sêalî re, pirgirêk di hundirê her du welatan de çêbûn ji ber ku li dijî destûrên wê bû bi taybet di qada mafên mirovan û parastina demorkatiyê de. Tevî ku ne gengaz bû ku Tirkiyê ya endameke NATO`yê ye heta vê derceyê mudaxeleyî kar û barên hundir ên dewletên bike ku hewl didin bibin endamê NATO`yê. Diyar bû ku NATO di siyasetên xwe de yên yekqutbî de di çarçovay xwe ya klasîk de ma. Ji ber, gelek baldar bû ku rola Tirkiyê biparêze. Lê bi nêrîna min dê NATO gelek winda bike, ji ber pişta xwe da dewleteke lawaz a xwedî rêveberiyeke pragmatik ku berjewendiyên dewletê dixe xizmeta desthilatdariya mêrekî ku NATO ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. ''

Îlham Ehmed wiha domand: '' Ez nizanim, dibe ku dîroka vê civînê bi dîroka gelê Kurd ve girêdayî ye. Dibe ku xwedî wate be dema em bala xwe  bidin cewhr wê. Ji ber darvekirina şêx Seîd Pîran, darizandina rêber Abdullah Ocalan, mayîna di lîsteya terorê de di heman dîrokê de, tê wateya dubarekirina dîrokê û berdewamkirina qirkirina gelê Kurd.

'PENASEYA TERORE LI SER TIRKIYE PÊK TÊ'

Girêdayî daxwazên Tirkiyê ji Swêd û Fînlandiya ku YPG`ê bixin lîsteya terorê, bandora wê li ser têkiliyên Rêveberiya Xweser bi her du welatan re îlham Ehmed got: ''Erdogan gelekî hewl da ku YPG û PYD`ê bikeve lîsteya terorê û bi ser neket. Em dibînin ku gelek pêwîst e terorê bê nasandan. Ger em behsa kujerên zarokan bikin ew terorist in, wê demê ev penase ji hemû aliyan ve li ser dewleta Tirk û hikûmeta wê pêk tê. Ger em behsa talankirin, wêrankirin, binçavkirin, girtin, tecawîz û çewisandinê bikin ji xwe ev hemû li ser Tirkiyê pêk tê. Tirkiye nexwest beşdarî Koalîsyona Navneteweyî ya Şerê li dijî Terorê bibe. Tikiyê hêzên ku li dijî terorê şer dikin û bi hezaran şehîd dane bi tawana terorê bi nav dike.”

`TÊKILIYÊN ME BI SWÊD Û FÎNLANDIYA WEKÎ BERÊ BERDEWAM BIKIN`

Îlham Ehmed, pirsa me ya piştî civîna sêalî ya di navbera dewleta Tirk, Swêd û Fînlandiya de û pêşeroja têkiliyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û MSD bi Fînlandiya û Swêd re wiha bersivand: “Têkiliyên me bi Swêd û Fînlandiya re baş in. Di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî de piştgiriyeke mirovî dane me. Dê peywendiyên me yên bi wan re dewam bike nexasim der barê dosya terorê de ku ev dosya di cidiyeteke bilind de ye. Ji ber ku bi hezaran çeteyên DAIŞ di zindanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhiltê Sûriyê de ne. Her wiha ji dewletên endamên Koalîsyona Navneteyewî tê xwestin ku biberpirsyartiya xwe ji berê zêdetir bi cih bînin. Nabe ku ji bo gefên dewleta Tirkiyê ji berpirsyartiya xwe birevin. Ji ber ev yek ewlehiya wan a neteweyî jî dixe xeteriyê.”

`ME DÛRÎ DOSYA TASFIYATÊN NAVNETEWEYÎ BIXIN`

Yek ji encamên civîna NATO'yê de derbarî tawanbarkirina Çîn û Rûsya de bû. Îlham Ehmed, anî ziman ku wê ev nêzîkatî bandorekê li Sûriyê bi giştî bike û got: “Teqez wê bandor li Sûriyê bi giştî bibe, nexasim ku Rûsya bi xurtî di dosya Sûriyê de heye. Di encamê de rûbirûbûyînên bi Rûsyayê re dê bandorê li qada Sûriyê jî bike. Lewma em hêvî dikin ku me dûrî dosya tasfiyatên navneteweyî bixin.”

`DI HEMÛ WARAN DE HEWCEDARIYA ME BI TEDBÎRAN HEYE`

Li dijî gef, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand. Îlham Ehmed, derbarê vê biryarê de da zanîn ku li ser girtina tedbîran ev biryar hatiye girtin û got: “Derbarê rewşa awarte ya Rêveberiya Xweser ragihandiye de, ev li dijî êrişên nû yên dagikeriyê hatiye ragihandin. Ev ne tedbîrên demkî ne û dê dirêj bike. Ji ber ku em li hemberî şerekî cîhanî ne û di hemû waran de hewcedariya me bi tedbîran heye.”

ANHA