​​​​​​​Ruxmî zor û zehmetiyan jî welatî pêşwaziya cejna Qurbanê dikin

Cîhana îslamî amadekariya cejna Qurbanê dikin. Li bazarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgereke zêde heye, lê welatî gazinan ji ber bilindbûna buhayên kel û pelan dikin û hêviya wan ew e ku dagirker ji xaka Sûriyê werin derxistin.

8 tîrmeh, 2022   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî misilman amadekariya cejna Qurbanê dikin lê hemwextî wê jî dewleta Tirk a dagirker gefan li dijî herêmê dixwe.

Li kantona Hesekê li tevahiya bajar û bajarokan welatî li bazaran kel û pelên xwe dikirin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî tedbîrên parastina digirin.

Li Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temir liv û tevgera welatiyan li bazarê û belavbûna hêzên parastina ewlehiyê dixuye.

Lê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îsal amadekariyên cejnê tune ne, ji wê zêdetir hêviya şêniyên her du taxan ew e ku herêmên dagirkirî werin rizgarkirin, koçber vegerin warên xwe, şer bi dawî bibe û rewşa debarê baş bibe.

Li gorî nûçegihanên me gera li bazara Helebê şopandine, welatî zêde nikarin hewcedariyên xwe bikirin. Têkildarî sedemên vê yekê firoşkaran diyar kir ku di demên dawîn de karîna kirînê kêm bû, ji ber ku dolar ji sedî deh zêdetirî sala derbasbûyî ye.

Li gorî firoşkaran, liv û tevgera li bazar zêde ye, lê piraniya welatiyan kel û pelan nakirin û tenê pirsa wan dikin.

'WEKÎ SALÊN DERBASBÛYÎ YE'

Welatiya bi navê Emîne Mihemed a ji taxa Şêxmeqsûd anî ziman ku atmosfera cejna Qurbanê wekî her çar salên derbasbûyî ye anku piştî artêşa Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin. Emîne da zanîn ku beriya wê wan kulîçeyên cejnê çêdikirin û cilên nû ji zarokan re dikirîn da ku kêf û xweşiyê bixin dilê wan.

Emîne Mihemed diyar kir ku li Sûriyê bi giştî rewşa aborî ne baş e û ji ber gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî bêewlehî heye û hêvî kir ku herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û niştecih vegerin malên xwe yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

‘ÊRIŞEKE NÛ DÊ BI XWE RE AZARÊN GIRANTIR BÎNE’

Welatiyê bi navê Şiyar Hecî Hisên jî da zanîn ku di rewşeke wiha de divê hêvî hebin û bi cejnê re koçberên ku artêşa Tirk û çeteyên wê ew bi darê zorê ji malên wan derxistine, vegerin warên xwe.  

Li Qamişloyê jî welatiyê bi navê Heval Îskan diyar kir ku bilindbûna buhayên kel û pelan bû sedem ku welatî li yên li erzantir bigerin.

Îskan destnîşan kir ku ruxmî êriş û zehmetiyên rojane derdikevin pêşberî wan, hîn jî bi saya hevgirtina gelan û bi taybet gelê Kurd li ber xwe bidin û şahiyên xwe pîroz bikin.

Îskan di dawiyê de hêvî kir ku buhayên kel û pelan dakeve û li gorî derfetên welatiyan be û cejn li tevahiya gelan pîroz kir.

Welatiyê bi navê Faris Xelo yê ji Qamişloyê jî cejna Qurbanê li tevahiya gelan pîroz kir û got: "Di vê qonaxa hesas de ku dewleta Tirk a dagirker gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û ji ber ku welatî li ser bilindbûna nirxên kel û pelan zehmetiyan dikişînin, ez hêvî dikim aliyên peywendîdar rewşa kontrol bikin."

Xelo di dawiyê de da zanîn ku welatî şopdarên şoreşa xwe ne, ji ber ku bi hezaran zarokên xwe di vê rêyê de dane, lewma ruxmî vê zehmetiyê cejnên xwe pîroz dikin.

(eh)

ANHA