Parlamanterên almanî qirkirina komî ya li dijî êzidiyan nas kir

Parlamanterên Almanyayê îtîraf kir ku di 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê li dijî êzidiyên li Başûrê Kurdistanê qirkirina komî pêk anî.

Parlamanterên almanî qirkirina komî ya li dijî êzidiyan nas kir
8 tîrmeh, 2022   09:07
NAVENAD NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê, parlamanterên Almanyayê eşkere kir ku çeteyên DAIŞ`ê di 2014`an de li dijî êzidiyên li bakurê rojavayê Iraqê qirkirina komî pêk anîne.

Parlamenterê Partiya Kesk (Xidir) Max Lux got: "Naskirina qirkirina komî gaveke sereke ye." Lux rewşa koçberên ku hîn jî li Iraqê ne bi bîr xist.

Lux diyar kir ku divê ew ji civata êzidî re jiyaneke ewle bixwazin.

Di Mijdara derbasbûyî de dadgeha almanî iraqiyek tev li DAIŞ`ê bûye bi tawana li dijî êzidiyan qirkirina komî pêk aniye, şermezar kir.

Çeteyên DAIŞ`ê li dijî civata êzidî sûcên dermirovî pêk anîn, bi sedan mêr qetil kirin û jin jî firotin.

Koma lêpirsîner a NY`yê Gulana 2021`ê ragihand ku wan têkildarî sûcên DAIŞ`ê li dijî êzidiyan pêk anîne, dane û belge kom kirine.

Li aliyekî din jî rojnameya Guardian a brîtanî raporek  li ser lêpirîsna ku rêxistineke hiqûqî kiriye weşand û bang kir ku divê dewleta Tirk li pêş dadgeha navneteweyî  der barê sûcên xwe yên li dijî êzidiyan were cezakir.

(eh)