NY’yê banga lidarxistina civînekê li ser mekanîzmeya gihandina alîkariyan ji Sûriyê re kir

NY’yê, piştî neçar ma dengdayîna li ser dirêjkirina dema gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re dereng bixe û nakokiyê li ser dema wê çareser bike, banga lidarxistina civînekê kir.

NY’yê banga lidarxistina civînekê li ser mekanîzmeya gihandina alîkariyan ji Sûriyê re kir
8 tîrmeh, 2022   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh têkildarî dirêjkirina dema bikaranîna deriyê Bab El-Hewa yê nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ku heta 6 mehan an jî salekê be, nakokî di navbera endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de derket.

Li ser vê yekê NY’yê banga lidarxistina civînê kir da ku têkildarî dema dirêjkirinê li hev bikin, lê ne diyar e wê tedbîrên zêde ji şêwiran pêk were yan jî dengdayîn pêk bê yan na.

Sibê dê erkdariya NY`yê ya projeya alîkariyê ku 8 salan dirêj kir bi dawî bibe. Piştî danûstandina duh nakokî di navbera DYA`yê û Brîtanyayê de derketin û NY’yê ku ji 15 endaman pêk tê li ser lidarxistina civînê roja înê ku hîn zêdetir diyalogan li dar bixin, erê kir.

Cîgirê balyozê Rûsya yê di NY`yê de Dmitriy Polyansky got, Moskov dixwaze projeya alîkariyê 6 mehên din were dirêjkirin û piştî wê jî bang li NY’yê bike ku biryareke nû bide ku 6 mehên din were dirêjkirin.

NY`yê 2020`an deriyê El-Yarûbiyê (Til Koçer) ê di navbera Iraq, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi zextên rûsî girt.

(eh)