​​​​​​​Mistefa Qelacî: Divê hemû sûrî rewşa awarte û seferberiyê ragihînin

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesasê ya Sûriyê Mistefa Qelacî bal kişand ser metirsiya planên dagirkeriya Tirk û bang li Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê kir ku li hev bikin û got "Di dawiyê de hûn her du bi hev hene û tu kes sûdê li me nake." Her wiha bang li sûriyan kir ku li dijî dagirkeriya Tirk seferberiyê ragihînin.

​​​​​​​Mistefa Qelacî: Divê hemû sûrî rewşa awarte û seferberiyê ragihînin
8 tîrmeh, 2022   06:36
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Dewleta Tirk a dagirker gefên xwe yên destpêkirina êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemwextî topbarana bênavber a xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Berî van gefan, dewleta Tirk a dagirker li ser mijara vegerandina penaberên sûrî ji bo bicihkirina di deverên dagirkirî de û pêkanîna guhertineke demografîk, diaxivî.

‛DEWLETA TIRK A DAGIRKER HEMÛ BIRYAR Û QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE’

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesasê ya Sûriyê Mistefa Qelacî girêdayî vê mijarê ji ajansa me re wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka krîza Sûriyê ve bi her awayî destwerdanê li xaka Sûriyê dike, çi bi dagirkirinê be çi jî bi destekdayîna çeteyên xwe yên li Sûriyê.”

Qelacî wiha domand: “Dewleta Tirk hemû biryarên navneteweyî yên girêdayî serweriya dewletan binpê dike. Reftara dewleta Tirk a dagirker ne tiştekî nû ye, ew reftareke êrişkirin û dijberiyê ye. Bi wê yekê hemû kiryarên dermirovî li dijî maf û erkan weke dewleteke cîranê Sûriyê ye, pêk tîne."

Li ser zimanê serokkomarê Tirk, dewlet Tirk behsa dagirkirina Til Rifet û Minbicê dike. Lê tecrubeyên berê yên krîza Sûriyê îsbat dikin ku dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir dike û tev li xaka xwe dike.

‛DEWLETA TIRK SIYASETA DAGIRKIRINA XAKA SÛRIYÊ DIMEŞÎNE’

Di destpêka krîza Sûriyê de serokkomarê Tirk ragihand ku ew ê li Mizgefta Umewî ya li Şamê nimêj bike. Paytexta aborî ya Sûriyê Heleb dorpêç kir ku dagir bike. Lê piştî destwerdana Rûsyayê neçar ma ku peymanan bi Rûsyayê re di bin navê rêveçûna Astanayê de li dar bixe.

Girêdayî mijarê, Qelacî wiha pê de çû: “Dewleta Tirk her tim dibêje ku pêwîstiya wê bi xeteke ewle li ser sînor heye, lê ya rast ew e ku ew dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne ku tê de Heleb wek wîlayeteke Tirkî hatiye danîn. Li gorî wê peymanê jî, wîlayeta Heleb ji bajarê Heleb û gundewarên wê,  Idlib û gundewarên wê, Reqa û gundewarên wê, gundewarên Laziqiyê yê rojhilat û gundewarên Hemayê yên bakur, pêk tê.”

Qelacî ev tişt got: “Dewleta Tirk dixwaze armanca xwe pêk bîne û siyaseta parçekirina xaka Sûriyê dide meşandin.”

‛ERDOGAN DAXWAZA CIVATA NAVNETEWEYÎ PÊK TÎNE’

Der barê helwesta navneteweyî de, siyasetmedarê Sûrî Qelacî wiha axivî: “Mixabin Erdogan daxwaza civata navneteweyî pêk tîne, bêyî piştgiriya hevkarên wê wek Rûsya û Îranê û her wiha erêkirineke Amerîka, dewleta Tirk nikarîbû gavek di Sûriyê de biavêta. Berjewendiyên wan dewletan bi Tirkiyê re ji berjewendiyên wan bi Sûriyê re girîngtir in, ji ber wê ew destekê didin wê.”

Siyasetmedarê sûrî li ser çavnebariyên dewleta Tirk axivî û ev tişt anî ziman: "Ev çavnebarî ne tiştekî nû ne. Hewl dide ji nû ve serweriya xwe ferz bike û destwerdanê li piranî herêman bike ku parçeyek ji împratoriya xwe ya Osmanî dihesibîne. Gihaşt Lîbay û Ozbekistanê û hewl dide Rûsya û li Ukrayna bi rêya dewletên dixwazin tev li NATO’yê bibin, şantaj bike."

‛DIVÊ SÛRÎ REWŞA AWARTE Û SEFERBERIYÊ RAGIHÎNIN’

Der barê lihevkirinên di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de, Qelacî wiha anî ziman: “Lihevkirina di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de ji bo parastina sînorê Sûriyê, lihevkirineke biratî ye. Diviyabû ev yek destpêkê pêk bihat. Ji ber ku yên rastî êrişan tên sûrî ne û xaka wan tê dagirkirin û berpirsiyariya parastina wê berpirsiyariya hemûyan e. Tiştê em dibînin gaveke rast e, ji ber di dawiyê de ew her du bi hev hene û tu kes berjewendiyê li ser hesabê berjewnediya xwe ji me re pêk nayne."

Meclısa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte li seranserî herêmê li hember astengî û gefên artêşa Tirk a dagirker û amadekariyên ji wê re, ragihand.

Girêdayî wê yekê, siyasetmedarê sûrî Mistefa Qelacî wiha got: “Ya rastî divê ragihandina rewşa awarte li herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê hikumeta Şamê û hemû aliyên din ên ku dikarin parastina Sûriyê bikin bihata ragihandin, ji ber ku êriş ne li dijî aliyekî tenê ye lê belê li dijî hemû Sûriyan e."

(mh)

ANHA