Rêvberiya Xweser a herêma Efrînê bang li gel kir ku li hemberî êrişan amade bin

Rêvberiya Xweser a Demokratîk a herêma Efrînê bang li gel kir ku li hemberî êrişeke nû ya dagirkeriya Tirk li dijî herêmê xwe amede bikin, da ku herêmên dagirkirî jî rizgar bikin. Her wiha hişyarî da ku dagirkirina Til Rifet û Şehbayê dê rê li ber dagirkirina Helebê veke.

Rêvberiya Xweser a herêma Efrînê bang li gel kir ku li hemberî êrişan amade bin
6 tîrmeh, 2022   11:56
ŞEHBA

Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê îro daxuyaniyek da û tê de gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Til Rifetê, şermezar kirin.  Daxuyanî li Kampa Berxwedan bi beşdarbûna bi dehan karkerên deste û saziyên Rêvberiya Xweser a herêma Efrînê hat xwendin.

Beşdaran pankertên bi nivîsên "Na ji bêdengiya navneteweyî li hember dagirkeriya Tirk li bakurê Sûriyê re " hildan.

Hevseroka Desteya Perwerd û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl daxuyanî bi ziman kurdî, hevserokê Meclisa Rêvber a herêma Efrînê Bekir Elo jî bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker, bi xwarina gefan li dijminatiya xwe ya li dijî ax û gelê Sûriyeyê bi taybetî li dijî gelê Kurd dewam dike û bi armanca dagirkirina herêmên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, girseyên leşkerî ava dike û bi xwarina gefan li sivîlên bi darê zorê  ji herêmên dagirkeriya Tirkiyeyê koçber kirine û dûrxistina wan ji dozê ji xwe re dike hedef.

Hikumeta AKPʾê ya êrîşkar a rû bi rûyê krîzên navxweyî, aborî, demokratîk û derve, bi windakirina milê xwe yê terorîst ê ku DAIŞ’ê nûnertiya wê dike vediguherîne dewleteke zagonên navneteweyî binpê dike, bi destwerdana bi berdewamî di kar û barên dewletên herêmê de û xistina nav welatiyan a nakokiyê, piştgirî û perwerdekirina terorîzma navdewletî  ku cîhanê pê gefan lê dixwe.

Ketiye hewla wergirtina sûdê ji mijûlbûyîna cîhanê bi şerê Rûsya û Ûkraynayê re û bi birina êrîşan bi ser axa Sûriyeyê de dixwaze bala gelên Tirkiyeyê ji ser krîza aborî û demokratîk bibe û bide ser derve.

Bi hinceta avakirina herêmên ewle, bi vegerandina penaberên Sûriyeyî û bicihkirina wan li  welatekî ne welatê  wan ê resen e, herêmên ewle yên ku dewleta Tirk a dagirker îdîa dike, wê bibin herêmên ne ewle yên li Sûriyeyê û wê her alozî hebe da ku dagirkeriya Tirkiyeyê piştgirî û çekdarkirina rêxistinên terrorist dabîn bike û wan ji bo pêkanîna siyaseta xwe ya berfireh û tawankar bi kar bîne.

Dagirkirina Til Rifet û Şehbayê tê wateya vekirina rê li ber dagirkirina Heleba ku paytexta aborî ya Sûriyeyê ye û hewila Tirkiyeyê ji bo nuhkirina peymana Milî tevî ku bibe sedema karesateke mirovî û koçberkirina zêdeyê sed hezar kesên ku bi darê zorê ji axa xwe koçber bûne, û ev yek bang li me Sûriyeyiyan dike. Nexwe divê gel bibe seferber dijî gefên Tirkiyeya dixwaze li Sûriyeyê her alozî hebe.

Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya navneteweyî û rêxistinên ku bi daxuyanî û helwestên şermok ên ku ne li gorî erkên li ser milên wan ên  qanûnên navneteweyî razî ye û li gorî hesasiyeta serdemê, nemaze  gefên ku pê aştî û ewlehiya herêmê û navneteweyî dikevin xeteriyê.

Daxwaza me ji civaka navneteweyî ew e ku bi erka xwe rabe, dawî li gefên dewleta Tirk a dagirker a hewildana çêkirina aloziyê û vekirina rê li ber vegerîna DAIŞê û zindîkirina rêxistina dewleta Îslamî ya terorîst (DAIŞ) ji nû ve bîne .

Banga me li gelê koçber ê Efrîn û Şehbayê ew e ku amade bin ji têkoşîn û berxwedana li dijî gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û rizgarkirina herêmên dagirkirî ji destê wê."

Daxuyanî bi sloganên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA