Sûcên kuştinê li Derayê ranawestin: 4 kes ji malbatekê hatin kuştin

Tevî “lihevhatinên” ku hikumeta Şamê pêk anîne jî roj bi roj sûcên kuştinê li bajarê Derayê zêdetir dibin. Li bajarokê Nesîb 4 kesên ji heman malbatê hatin kuştin.

Sûcên kuştinê li Derayê ranawestin: 4 kes ji malbatekê hatin kuştin
6 tîrmeh, 2022   11:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Nesîb ê gundewarên Derayê ku li ser sînorê Urdinê ye, di nav de mêrek û 2 zarokên xwe, ji heman malbatê 4 kes ji aliyê çekdaran ve hatine kuştin.

Li gorî SOHR`ê, ji ber tawanbariyên bi kuştina ciwanekî ji eşîrên Bedo beriya çend hefteyan, “Nivîsgeha Komîteya Ewlehiyê ya Nesîbê” gazî kesên hatine hedefgirtin kiribû. Piştî şerê devkî, her du alî bi çekan bi hev ketin û 4 kes ji heman malbatê hatin kuştin.

SOHR`ê duh jî destnîşan kiribû ku endamekî hêzên hikumeta Şamê beriya çend rojan li taxa Sel a Derayê ji aliyê çekdarên nenas ve bi guleyan hatiye hedefgirtin û hatiye kuştin.