​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-7-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-7-2022`YAN
2 tîrmeh, 2022   23:00

Yekitiya Cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bandorên berdewamkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, li Hesekê saet di 11:00`an daxuyanî dide.(bi wêne û dîmen)

Lêkolînerê amerîkî Michael Rubin bang ku divê dewleta Tirk wekî dewleteke ku piştgiriyê dide terorê were sinifandin û destnîşan kir ku MÎT'a Tirk bi DAIŞ û El-Qaîde re koordîne dike û destekê dide wan.(BI WÊNE)

Endamê Meclisa Giştî ya Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Fewaz Eyo diyar kir ku PDK'ê berpirsê sereke yê bûyerên li Şengalê rû didin û got, civaka Êzidî ya Şengalê dikare xwe biparêze.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê TEV-DEM`ê ya herêma Firatê Osman Xelef diyar kir ku lihevkirina Madridê komployeke din  a li dijî kurdan e û dem hatiye ku li ser asta dîplomatîk kar û xebat bê meşandin û got: “Projeya kurdan demokratîk e û ne li gorî projeyên dewletên ku dixwazin hegemoya xwe li herêmê ferz bikin.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gorî daneyan, hejmara bûyerên kuştinê li Derayê zêde bûye, ev yek destnîşan dike ku rewşa ewlehiyê li bajêr, paşde çûye bi taybet piştî ku hikumeta Şamê “Lihevkirin” li dar xistin. Nivîskar û rojnamevanê sûrî Ednan Elî got: “Ev 'lihevkirin' çareseriyeke rastîn nîn e. Ji ber ku sedemên nakokiyê di navbera rejîm û xelkê de çareser nake.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayik û jinên ciwan ên Kobanê destnîşan kirin ku ew ê li kêleka hêzên leşkerî yên YPG'ê, YPJ'ê û QSD'ê bin û herêmê biparêzin. Her wiha diyar kirin ku dagirkeriya Tirk bi van êrişên xwe dê armancên xwe pêk neyne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ji çeteyên DAIŞ'ê re bûne stargehên ewle û gotin: “Divê hikumeta Şamê li gorî zagonan parastina sînorê xwe bike, ji ber ku dijmin ne tenê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê dijminê Sûriyê bi gistî ye.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Komîteya Jineolojiya ya bajarê Helebê ji bo rêxistinkirina prjeya ku werşeyên diyalogê ji mêran re li ser esasê lêkolîna tecrubeyî dixebite. Ew jî bi dirûşmeya "Guhertina kesayetî ber bi civakeke azad ve" da ku sedemên li pey kuştin û xwekuştina jin û mêran nexasim jinan, nas bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ROJHILATA NAVÎN

Çavkaniyên xwecihî ji Siwêdayê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê bajar êriş pêk anîn. Çarçoveya Hemahengiyê hewl dide desteka hêzên herêmî û navneteweyî yên li qada Iraqê bandor in, wergire da ku xebata siyasî bi rê ve bibe.(BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê ku li Tebqayê li dar dikeve di roja xwe ya 4`an de bi pêşandana tabloyên zarokan li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê, bi dawî dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA