Lêkolîner Michael Rubin: Divê Tirkiyê bikeve lîsteya dewletên destekê didin terorê

Lêkolînerê amerîkî Michael Rubin bang ku divê dewleta Tirk wekî dewleteke ku piştgiriyê dide terorê were sinifandin û destnîşan kir ku MÎT'a Tirk bi DAIŞ û El-Qaîde re koordîne dike û destekê dide wan.

Lêkolîner Michael Rubin: Divê Tirkiyê bikeve lîsteya dewletên destekê didin terorê
3 tîrmeh, 2022   03:15
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan di her boneyekê de behsa "Herêma ewle" li ser sînorê Sûriyê dike. Cara yekemîn di Gulana 2013'an de dema ku serdana Washingtonê kir, ev mijar xist rojevê. Erdogan parastina ewlehiya sivîlên sûrî yên ku ji ber şer reviyane û parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê dike hincetê avakirina vê herêmê.

Li ser esasê van hincetan, dewleta Tirk 3 êrişên dagirkirinê li dijî Sûriyê pêk anîn ku rê li ber belavkirina fikirên tundraw, kuştin, revandin û destdirêjî vekir. Ji wê zêdetir demgorafiya herêmên dagirkirî diguherîne û qirkirina etnîkî li dijî pêkhateyên Sûriyê pêk tîne.

Bi vê yekê Tirkiyê veguherî kerîdora derbasbûna çeteyên DAIŞ û El-Qaîde ku li qadeke berfireh a Sûriyê û Iraqê belav bûn.

Têkbirina DAIŞ ji aliyê QSD'ê ve li Sûriyê derbeyeke mezin li projeya Erdogan xist. Li gorî çavdêrên siyasî, bêyî derxistina Tirkiyê ji Sûriyê DAIŞ'ê bi temamî bi dawî nabe.

Herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ji komên çete re bûne stargehên ewle. Di dîmenên ku ji Serêkaniyê hatine kişandin de xuya dibin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker alên DAIŞ'ê hildane.

'TIRKIYÊ PIŞTEVANÊ TERORÊ YE'

Girêdayî vê mijarê lêkolînerê amerîkî yê di Enstîtuya Enstîtuya Enterprise ya Amerîkayê (AEI) de Michael Rubin got: "Bi awayekî objektîv, divê dewleta Tirk wekî dewleta piştevana terorê were wesifandin, her wiha divê têkeve lîsteya reş a welatên ku destê wan di bazirganiya mirovan û binpêkirina azadiya olî de hene."

Lêkolîner Rubin îşaret pê kir ku 3 astengî hene ku nahêlin dewleta Tirk wekî dewleteke piştevana terorê were destnîşankirin û wiha domand: "Astengiya yekemîn ew e ku di qanûna navneteweyî de pênaseyeke giştî ji terorê re tune, ev yek dihêle ku Tirkiyê ji cezayan bifilite. Ya duyemîn; Ewropa û Dya ne realîst in, li gorî pêwîstiya wan bi rola Tirkiyê di NATO'yê de, karê xwe sivik dikin. Ya sêyemîn jî ew e ku NATO`yê derfetê dide ku bê şantajkirin."

Rubin diyar kir ku Erebistana Siûdî, Erdogan (ê li gel wî qeyda deng ê kuştina Xaşeqcî heye)  neçar kir ku dev ji doza kuştina Cemal Xaşeqcî berde, Erdogan jî bersiv da. Bi vê yekê DYA'ê bi lawazî ne bi hêzî nêzî Erdogan dibe.

'HERÊMA EWLE HINCETA SEPANDINA DAGIRKERIYÊ YE'

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker 23'yê Gulana 2022'yan eşkere kir ku welatê wî hewl dide "herêmeke ewle" bi kurahiya 30 km li ser sînorê bi Sûriyê re ava bike.

Michael Rubin li ser vê mijarê ev tişt anî ziman: "Her kes dizane ku Erdogan bi parastina mirovahiyê eleqedar nabe. Lê li hincetan digere da ku bakurê Sûriyê dagir bike, guhertina demgorafîk pêk bîne û misilmanên Ereb li herêmên kurdan ên resen bi cih bike. Di encamê de wê rê li ber koçberiyeke din veke û van herêman tev li Tirkiyê bike. Bakurê Qibrisê mînaka vê yekê ye ku Tirkiyê di vê yekê de bi ser ket. Heger cîhan şiyar nebe, wê niha dîsa heman tiştî bike."

'DAIŞ Û EL-QAÎDE HEVALBENDÊN ERDOGAN IN'

Lîderên çeteyên DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî û Îbrahîm El-Haşimî li bajarokê Etmê yê Idlibê yê nêzî sînorê Tirkiyê hatin kuştin. Her wiha li vê herêmê bi hezaran çeteyên "El-Qaîde" hene.

Navenda Ragihandina QSD'ê raporek bi navê "Tirkiyê çembera reş li herêmên dagirkirî ava dike" li ser malpera xwe weşand. Di raporê de tê destnîşankirin ku tevgerên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li eniyên şer hene, ev yek di çarçoveya plana Tirkiyê ya avakirina çembera reş ji bo endamên terorîstan de tê kirin ku ji gundewarê Efrînê yê başûr heta eniyên Minbic û gundewarên rojava yên Kobanê ye, da ku wan terorîstan ji bo êrişên muhtemel bi kar bîne.

Rubin anî ziman ku DAIŞ û El-Nusra li herêmên ku Tirkiyê dagirkirine di nava ewlehiyê de ne, ji wê zêdetir îstîxbarata Tirk bi wan re koordîne dike û destekê dide wan.

Têkildarî hewldanên Erdogan ên vejandina DAIŞ'ê lêkolîner Michael Rubin got: "Rêxistina DAIŞ û komên girêdayî El-Qaîde mîna Cebhet El-Nusra ku rêxistinên ku li pey wê ava bûne alîgirên îdeolojîk ên Erdogan in, lê Erdogan xwe mikur nayê ku wan xwedî dike, lê her komekê wekî amûr ji bo zindîkirina xîlafetê dibîne."

ANHA