Partiyên siyasî: Dijminê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijminê tevahî Sûriyê ye

Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ji çeteyên DAIŞ'ê re bûne stargehên ewle û gotin: “Divê hikumeta Şamê li gorî zagonan parastina sînorê xwe bike, ji ber ku dijmin ne tenê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê dijminê Sûriyê bi gistî ye.”

Partiyên siyasî: Dijminê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijminê tevahî Sûriyê ye
2 tîrmeh, 2022   23:38
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Partî, rêxistin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan bênavber êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê şermezar dikin. Herî dawî partiyên siyasî bi daxuyaniyekê bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayî ya herêmê li pêş dewleta Tirk a dagirker bigire.

/kr/uploads/files/2022/07/02/192508_mizgn-zdan.webp

Têkildarî mijarê, siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrîna xwe bi ajansa me re parve kirin. Hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanî Mizgîn Zêdan diyar kir ku ewqas sal gelê herêmê bi hevgirtina xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir û bi saya hêzên xwe yên leşkerî YPG û YPJ'ê, DAIŞ'ê di aliyê leşkerî de têk bir.

Mizgîn bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê ya li hemberî êrişan û da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser ne projeyeke cudaxwaziyê ye û wiha domand: “Ji ber vê yekê em dem em dibêjin diyalog li Şamê ye, wê demê em ê bêhtir karibin li hemberî êrişan derkevin, ji ber ku dijminê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dijminê Sûriyê bi giştî ye.”

Mizgîn Zêdan bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker bigirin û got: "Bi daxuyaniyan pirsgirêk çareser nabin."

/kr/uploads/files/2022/07/02/192526_idnan-izo.webp

Endamê Partiya Muhafizkaran Ednan Izo jî diyar kir ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava ewlehî û aramiyê de dijîn, ji ber vê dewleta Tirk a dagiker bênavber gefên dagirkeriyê li herêmê dixwe û got: “Ji ber van sedeman em pêwîstiyê bi dayîna daxuyaniyan dibînin, da ku sînorek ji binpêkirinên dewleta Tirk re bê danîn. Ji ber ev binpêkirin dihêlin ku şaneyên DAIŞ`ê li herêmê çalak bibin. Hêzên navneteweyî jî li dijî dewleta Tirk dernakevin, ji bîrkirine ku hebûna DAIŞ`ê wê zirarê bide civaka navneteweyî jî.”

Ednan Izo îşaret pê kir ku herêmên dagirkirî  ji çeteyên DAIŞ`ê re cihên ewle ne û bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê kir ku bi awayeke cidî li ser vê mijarê bisekine.

Izo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên bi balafirên bêmirov pêşengên Rêveberiya Xweser dike hedef û bi bîr xist ku êrişên bi vî rengî tu carî ji aliyê dewletên bi ku bi dosyaya Sûriyê ve eleqedar in ve nehatin şermezarkirin.

/kr/uploads/files/2022/07/02/192449_ferhad-tlo.webp

Serokê Yekitiya Lîberal a Kurdistanî Ferhad Têlo jî da zanîn ku piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, êrişên wê li dijî herêmê zêdetir bûne û got: “Dewleta Tirk hemû peymanên ku di navbera wê, QSD, Amerîka û Rûsyayê de îmze kirine, bin pê dike û êrişên xwe ranewestandiye."

Ferhad Têlo bang li Amerîka, Brîtaniya, Fernsa û Fadrasyona Rûsya kir ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin û qada hewayî ji ber balafirên dewleta Tirk bigire.

Di axaftina xwe de Ferhad Têlo bal kişand ser banga wan a ji bo serhildanê ji gel û got: “Hêza hemû partî û rêxistinan gel e, rola mezin jî ya ciwanan e. Ji ber vê yekê me bang kir, metirsî cidî ne.”

ANHA