Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê di roja xwe ya sêyemîn de didome

Mihrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê bi dirûşma “Em zaroktiya xwe bi azadî û aştî bijîn” di roja sêyemîn de li bajarokê Cirniyê yê Tebqayê didome.

Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê di roja xwe ya sêyemîn de didome
2 tîrmeh, 2022   15:48
TEBQA

Di mîhrîcanê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, rêveberiyên jinan, ciwanên şoreşger, jinên ciwan û bi sedan zarok û şêniyên Curniye hazir bûn.

Di destpêka mîhrîcanê de endamê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir El-Inad bixêrhatina mêvanan kir.

/ar/uploads/files/2022/07/02/150216_mhrjan-alslam-lltfwlh-ystmr-fy-bldh-aljrnyh-fy-ywmh-althalth-ala-altwaly-28329.webp

Piştre, komên Navenda Çand û Hunera Tebqayê; Koma Zarokên Firatê ya Stranan Koma Xusin û Koma hunerên gelêrî, koma Avesta Xabûr û koma kevneşopî ya kurdî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha şano ji aliyê koma hunerên gelêrî û kultura Cirniye yên Navenda Çand û Hunera Cirniye ve hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya roja sêyemîn a mîhrîcanê de Navenda Çand û Hunerê ya Cirniye ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ve hate xelatkirin.

Tê payîn ku Mihrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê sibe li Navenda çand û Hunera Tebqayê bi dawî bibe.

(mh)

ANHA