Ji ber êrişên li ser Şehbayê sewal telef bûn

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Şehbayê, gelek mîh telef bûn.

Ji ber êrişên li ser Şehbayê sewal telef bûn
Ji ber êrişên li ser Şehbayê sewal telef bûn
Ji ber êrişên li ser Şehbayê sewal telef bûn
2 tîrmeh, 2022   16:57
ŞEHBA – ELÎ GEDRO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê gundê Hescak û Um El-Qura yên kantona Şehbayê dan ber topan. Di van êrişan de zeviyên çandiniyê û pezên welatiyan bûn hedef.

/ar/uploads/files/2022/07/02/163233_mhmd-jasm_1.webp

Şêniyê bi navê Mihemed Casim ê ji gundê Um El-Qura ku şivantiyê dike got: "Seat derdora 7'ê Sibeha bû, min pezê xwe diçêrand, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi topbarankirina herêmê kir û pez jî bûn hedef."

Casim diyar kir ku di topbaranê de 4 mîh telef bûn û gelek birîndar bûn.

Casim destnîşan kir ku şêniyên herêmê di radeya yekemîn de xwe dispêrin xwedîkirina sewalan û çandiniyê ku her tim tên hedefkirin. Her wiha diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şerê debara wan dikin.

/ar/uploads/files/2022/07/02/163251_abdw-hsyn.webp

Koçberê ji Efrînê Ebdo Hisên li heman gundî dimîne êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze herêmê vala bike. Lê şêniyên herêmê û koçberên Efrînê li hemberî van êrişan berxwedan esas girtine. Em di mayîna li ser xaka xwe de bi israr in û em nahêlin were dagirkirin."

/ar/uploads/files/2022/07/02/163219_smyrh-amr.webp

Welatiya bi navê Semîra Omer ji Efrînê û li Um El-Qura dibîne diyar kir ku şêniyên herêmê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kirine û li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yek in.

Semîra Omer her wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl die me ji xaka me derxîne, lê em ji wê û cîhanê re dibêjin ku em xwediyê vê xakê ne, em ê jê dernekevin, îleh piştî ku Efrîn were rizgarkirin."

ANHA