Li Helebê semînerek li ser şerê osmanî û safawî hate dayîn

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî semînerek bi navnîşan ''Şerê osmaniya safawî û osmanî û bandorên wê li tevgerên îslama siyasî'' da.

Li Helebê semînerek li ser şerê osmanî û safawî hate dayîn
2 tîrmeh, 2022   15:45
HELELB

Semîner li navenda çalakî û xebatên hunerî û fikrî ya Malbenda Heleb a Rewşenbîrî ya  li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hate dayîn. Bi dehan rewşenbîr, endamên saziyên sivîl û partî tev li semînerê bûn.

/ar/uploads/files/2022/07/02/142418_jmyl-rshyd.webp

Endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Cemîl Reşîd semîner bi rêve bir û tê de got : ''Nirxandina şer osmanî-safawî di vê demê de gelek girîng e da ku dûrahiyên wê yên dîrokî û bingehên nakokiya di navbera wan dewletan de ku mîrasa împeratoriyên têkçûyî wergirt, nas bikin. Her wiha encamên vê şerî bandor li gelên herêma Rojhilata Navîn bi giştî dike.

Şerê di navbera herdu aliyan de di gelek pêvajoyan re derbas bû. Car caran bêdengî jî hebû. Di dawiyê de gelek lihevkirin û peyman ku hegemoniya her du aliyan diparêzin, hatin îmzekirin. Lê taybetmendiya sereke ya vî şer ketina nava çirava tundrawiyê ya ku qutbên wê Suna û Şîa bûn. "

Cemîl Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Bingeha vî şerî vedigere destpêka sedsala 16`an û beriya ku împratoya safawî were damezirandin."

KURDAN PARASTINA NASNAMEYA XWE YA MEZHEBÎ KIR

Reşîd Cemîl bal kişand ser peymana Qesra Şêrîn ku herêman kurdan di navbera Safawî û Osmaniyan de hate dabeşkirin û wiha domand: "Safawiyan xwestin nasnameyeke taybet  li ser esasê mezhebî ji bo kurdan çêbikin. Osmaniyan jî heman tiştk kir da ku serweriya xwe li ser wan rewa bike.  Lê ruxmî hewldanên her du aliyan ên qirkirina kurdan, kurdan nasnameya xwe parastin."

ROLA TIRKIYÊ DI PARASTINA IXWANAN DE

Cemîl Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Piştî aloziya Sûriyê û derketina koma Ixwan El-Muslimîn bi awayekî xurt, berê koman li Tirkiyê û serokê wê Erdogan bû. Ji ber wê jî dewleta Trik deriyê xwe li pêşiya rêveber û endamên ixwanî vekir û ji wan re cihê ewle û yên ji bo xebatê siyasî û leşkerî peyda kir."

Têkildarê mijarê rewşenbîr Mihemed Şêx Qenber got: “Pêla rûhî ya li Rojhilata Navîn, mijareke dîrokî ye. Lê gelên li wir yên Kurd, Ereb û faris jî, pir zêde pê neketin. Dewletên van tevgerên islamî destek dikin, dê di pêşerojê de bi xeteriya wan hêzan re rû bi rû bimîne. Ew bi vê yekê dixwazin rêgeza desthilatdarî û kontrolkirinê li ser gelan biparêzin.”

Zeyneb Qenber jî got: “Ji ber nakokiya sunî û şîî û islama siyasî, Kurdistan di encama lihevkirina Sykes-Picot de bû 4 parçe.”

ANHA