​​​​​​​Li Kampa Holê cenazeyê jineke din kuştî hate dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyeke jineke din li Kampa Holê dît. Bi wê re hejmara kuştiyan li kampa Holê ji destpêka îsal ve dibe 24 kes.

​​​​​​​Li Kampa Holê cenazeyê jineke din kuştî hate dîtin
22 hezîran, 2022   12:21
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li stada futbolê ya li beşa 3’yan a taybet bi iraqiyan li hundirê Kampa Holê, cenazeyê jinekê dît.

Li gorî rayedarên ewlehiyê yên li kampê, heta niha nasnameya jina kuştî nehatiye naskirin.

Bi vê bûyera kuştinê re, li Kampa Holê ji destpêka îsal ve hejmara kuştiyan bû 24 û hejmara birîndaran ên ji ber hewldanên kuştinê 13 e.

Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, ji ber ku tê de malbatên DAIŞ’ê yên herî tund ên sûrî, iraqî û biyanî hene, bi taybet jî kesên di Sibata 2019’an de gihaştine kampê. Wan çeteyan bi rêya Pêngava Bagera Cizîrê ku QSD’ê li dijî cihên dawîn ên çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê ya Dêrazorê pêk anîbû, xwe radestî QSD’ê kiribû.

Di Kampa Holê de 9 beş hene, li gorî sicîlên rêveberiya kampê 56 hezar û 97 kes li kampê ne, ji nav wan 29 hezar û 152 kes iraqî ne. Hejmara sûriyan jî 18 hezar û 863 e.

Hejmara jin û zarokên DAIŞ’ê yên biyanî 8 hezar û 109 e û ji 54 nasnameyên biyanî ne. Beşa wan a taybet heye bi navê ‘Beşa Muhacîrat’.

(fr)

ANHA