PJAK: Îranê Fîrûz Mûsalû bi nepenî darve kir

PJAK’ê ragihand ku di 20’ê Hezîranê de Îranê girtiyê siyasî yê Kurd Fîrûz Mûsalû bi awayekî veşartî darve kiriye û got “Bê guman ev kar dê bê bersiv nemîne.”

PJAK: Îranê Fîrûz Mûsalû bi nepenî darve kir
22 hezîran, 2022   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Fîrûz Mûsalû ku di 20’ê Hezîranê de li Girtîgeha Urmiyê hate darvekirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya PJAK’ê de hate gotin: “Îran berdewam çeka darvekerinê ji bo çewisandin û bêdengkirina civakê derveyî hemû yasayên mirovî bi kar tîne. Di vê çarçoveyê de bi awayekî nepenî di 20’ê Hezîranê de girtiyê siyasî yê Kurd Fîrûz Mûsalû bêyî ku parêzar û malbata wî were agahdarkirin, bi sedemeke siyasî berî dema hatî diyarkirin, hate darvekirin.

Di demekê de ku krîzeke berfireh û piralî ji ber karên zalimane heye, dijminkariya Îranê civak gihandiye sînorê hilweşandinê. Reftar û tevgerên wê yên çewisandinê hawarên civakê bilind kirine.

Tevahiya çînên Îranê, di bin zextên desthildaran de ne, bi taybet girtiyên siyasî ku niha herî zêde zext li ser wan tê kirin, ji ber ji derfetên yasayî yên ji bo parastina rûmet û kerameta xwe hatine bêparhiştin. Ev jî zilm û sîtema herî mezin e li hember mafê wan. Bi nepenî li Girtîghea Urmiyê darvekirina Fîrûz Mûsalû li dijî mafên mirovan e. Îspata vê yekê ku saziya dadê ya vî welatî gefeke mezin e li dijî hemû girtiyên siyasî û hemû çîn û aktîvîstên civakê.”

‘DÊ BÊ BERSIV NEMÎNE’

Em darvekirina Fîrûz Mûsalû şermezar dikin. Qurbanîkirina girtiyên siyasî ji bo tehamiya destihilatdaran e, wê ji niha ve çarenûsa wan bişikê. Bê guman dê ev kar bê bersiv nemîne. Wê têkoşîna ji bo dadperwerî û azadiyê berdewam be. Divê girtiyên siyasî ji berê zêdetir ji bo bidestxistina mafên xwe tê bikoşin, di heman demê de civak jî divê piştgiriya berfireh a ji bo girtiyên siyasî bi erka xwe ya sereke bibîne. Em daxwazê ji hemû azadîxwaz û têkoşerên civakê, rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî sûcên Îranê yên li dijî mirovahiyê bê deng nebin û heta bidestxistina azadiyê li her qadê têkoşîna xwe berdewam bikin, têkoşîna xwe berfireh û bihêztir bikin.”