Bi hezaran kesî sersaxî da malbata Şehîd Ferhad Şiblî

Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Şiblî re xwest. Şehîd û têkoşer Ferhad Şiblî 17`ê Hezîranê di êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li Silêmaniyê şehîd bûbû.

Bi hezaran kesî sersaxî da malbata Şehîd Ferhad Şiblî
22 hezîran, 2022   12:07
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker di 17`ê Hezîranê de li herêma Kelarê ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi balafirên bêmirov a biçek erebeyek kir armanc, di encamê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûn.

Îro bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo, nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, erebî û suryanî, nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên eşîran, Meclisên Malbatên Şehîdan û saziyên Civaka Sivîl li stada Kornêş a navçeya Dêrikê kom bûn û sersaxî dan malbata şehîd Ferhad. Stad bi wêneyên şehîd Ferhad Şiblî û yên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di merasima sersaxiyê de axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîd Ferhad di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke diyarker lîst û bi şehadeta xwe êşeke mezin kir dilê me tevan."

Koçer diyar kir ku ev êriş û hedefgirtina hevrêyê wan, bi armanca qirkirina gelê Kurd e ji ber ku dewleta Tirk a faşîst eşkere dbêje: "Em ê bi hedefgirtina fermandarên we gelê Kurd qir bikin."

Hesen Koçer bal kişand ser armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi êriş û siyasetên xwe Kurdan qir bike, lê belê faşîzma Tirk nikare doza kurdî tune bike, ji ber ku Kurd ne wekî berê ne. Niha Kurd xwedî vîn û hêz in û projeya neteweya demokratîk li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî gelê Rojhilata Navîn re bûye nimûne."

Koçer îşaret bi siyaseta guhartina demografiyê yên li herêmê dagirkirî jî kir û ev tişt anîn ziman: "Dewleta Tirk a dagirker bi hincetê bêbingeh siyaset û zimanê tirkî li herêmên dagirkirî ferz dike. Niha jî hewl dide xeta sînor ji Dêrikê heta Kobanê dagir bike. Her wiha bi hemû rêbazên hewl dide herêmê ji niştecihên wê vala bike.”

Hesen Koçer anî ziman ku ji bo têkbirina plan û komployên dewleta Tirk a dagirker, ew ê xeta berxwedan û têkoşînê bidomînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di felsefeya me de teslîmkarî tune ye û tu hêz nikare vîn û felsefeya me têk bibe."

Piştre Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm axivî û got: "Şehîd Ferhad ruxmî ku lingekî xwe winda kiribû j, lê dîsa jî ji bo azadiya gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê neskinî û bênavber kar û xebat meşand."

Ebdurehîm da zanîn ku hedefgirtina şehîd Diyar û şehîd Ferhad li Başûrê Kurdistanê, hevbeşiya PDK`ê ya bi dagirkeriya Tirk re nîşan dide. Ebdurehîm bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hemberî hedefgirtina şehîd Ferhad Şiblî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Li ser navê kantona Qamişlo jî Fatima Tahir wiha axivî: "Şehîd Ferhad xwedî hemû taybetmendiyên baş û qenc bû, ji bo doza gelê xwe têkoşiya û ji aliyê desthilata Sûriyê ve hate binçavkirin, lê dîsa jî ji ber ku baweriya wî bi doza gelê wî hebû, têkoşîna xwe bê navber dewam kir."

Fatima anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker kesayetên nîştimanperwer û şoreşgeran dike armanc, da ku vîna gelê ku ji bo doz û azadiya xwe têdikoşe, bişkîne.

Bi navê Meclisa Eşîran jî şêx Sînan Seydoş got, “Şehadeta heval Ferhad Şiblî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê windahiyeke mezin bû. Şehîdan di oxira azadiyê de cane xwe feda kir û îro ji her kesî tê xwestin rêya wan bişopînin.”

Şêx Sînan di dawiyê de banga berdewamkirina xeta têkoşînê kir, da ku planên qirkirinê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê vala derkevin.

Dayika şehîd Ferhad Şêrîn Omer axivî û silav li hemû mêvanan kir. Yadê Şêrîn got, şehîd Ferhad kurê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ew ê li ser şopa kurê xwe be.

Yadê Şêrîn diyar kir ku şehîd Ferhad soza ku dabû şehîdan bi cih anî.

Di dawiyê de nasnameya şehîd Ferhad Şiblî hate xwendin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bênavber hatin berzkirin.

(eh)

ANHA