ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-04-2022
8 nîsan, 2022   23:00

 

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîmê ragihandina nasnameya şehîdekî QSD'ê li goristana Şehîd Dijwar li dar dixe, saet 12:00'an. BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê yên di kampên kantona Şehbayê de rûbirûyî rewşên jiyanê yên zehmet in. Ji ber hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser herêmê ferz kiriye, di heman demê de gaza malan ji nêzî 10 rojan ve tune ye. BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka ku kantona Efrînê dagir kiriye ve, demografiya wê ya piranî Kurd in diguhere. Bi destek û hevkariya komeleyên ji dewletên Kendavê, Tirkiyê û Filistînê yên xwedî îdeolojiya tundraw, avahiyên mêtîngeriyê ava dikin û kesên biyanî lê bi cih dikin. BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê dorpêça ku hikumeta Şamê li ser taxê ferz dike şermezar kirin û gotin: "Çawa me li hemberî topên çeteyan li ber xwe da, em ê li hemberî dorpêçê jî li ber xwe bidin." BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Yekitiya Oldaran a Mislimîn bang li welatiyên sûrî kir ku ji derewên dewleta Tirk a dagirker bawer nekin û bang li wan kir ku nebin alav di destê dewleta Tirk de ku wan di şeran de di paşperdeya olî de bi kar tînin. BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rûspî û siyasetmedarên êzidî nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de anîn ziman  û got armanc ji wê yekê têkbirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, pêkanîna ambargoyê li ser Şengalê ye ku berjewendiyên dewleta Tirk pêk bên. BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekretêrê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmedîn Mele Omer bang li rêxistinên  navneteweyî kir ku çalakiyên xwe zêde bikin, da ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku tecrîda giran li ser rêber Abdullah Ocalan rakin û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA