​​​​​​​Rûspî û siyasetmedarên êzidî nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwar da

Rûspî û siyasetmedarên êzidî nerazîbûnên xwe nîşanî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de anîn ziman  û got armanc ji wê yekê têkbirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û dorpêçkirina Şengalê ye da ku berjewendiyên dewleta Tirk pêk bên.

​​​​​​​Rûspî û siyasetmedarên êzidî nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwar da
9 nîsan, 2022   04:16
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Artêşa Iraqê lêkirina dîwarê di navbera Şengalê ya Başûrê Kurdistanê û Rojava de bi dirêjahiya 250 kîlometre didomîne. Li gorî planê dê têl bi kûrahiya 5 kîlmotre dûrî dîwar di nava xaka Şengalê de werin danîn.

Hemwextî lêkirina dîwar û danîna têlan di navbera gundên Ereban û yên êzidiyan de, ji xeta Mizîban heta bi gundê Qasim ê navçeya Sinûnê artêşa Iraqê li gundên ereban 10 nuqteyên leşkerî ava dike.

‛PLANEKE JI BO DORPÊÇKIRINA KURDÊN LI ŞENGAL Û ROJAVA YE’

Ji rûspiyên eşîra Dena ya êzidî Derbo Delf diyar kir ku armanca hikumeta Iraqê ji lêkirina dîwar ew e ku Kurdistanê û gelê Kurd ji hev qut bike û got, hikumeta Iraqê naxwaze Kurd bibin yek.

Delf da zanîn ku dewleta Tirk li pey planên ku li herêmên kurdan ên Başûrê Kurdistanê têne kirin e û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ew e ku bi rêya qutkirina kurdan ji hev û parçekirina zêde, hebûna xwe li wir xurt û bi hêz bike. Ji ber ku yekitiya kurdan ne li gorî berjewendiya wê ye."

Li gorî Delf, palnên parçekirinê ku hikumeta Iraqê bi desteka dewleta Tirk a dagirker pêk tîne bi armanca dorpêçkirina kurdan e çi li Rojava çi li Şengalê be û got: "Kurdên Rojava û Şengalê di krîzan de piştgiriya hev dikirin. Hikumeta Iraqê û dewleta Tirk a dagirker  hewl didin vê têkiliyê qut bikin."

Derbo Delf li hemberî planên parçkirinê girîngiya avakirina yekitiya kurdan destnîşan kir û wiha pê de çû: "Divê Kurd gotin û nêrîna wan a siyasî li hemberî dijmin bibe yek û li hember planên parçekirinê bisekine. Dema her aliyeke kurdî cudayê yên din bixebite wê tu encam neyên bidestxistin."

‛DÎWAR HEWLDANA QUTKIRINA PÊKHATEYÊN KURD Û EREB E KU FIKRÊ RÊBER OCALAN WAN LI HEV KOM KIR’

Rûspiyê heman eşîrê Îsmet Kalo jî diyar kir  ku armanca sereke ji lêkirina dîwar di navbera Rojava û Şengalê de astengkirina tevger û qutkirina têkiliyên herdu aliyan e û wiha got: "Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, yên yekemîn ku alîkarî da û hişt rizgar bibe hêzên gerîla û gelê Rojava bû. Lê aliyên dijber dema dîtin ku di krîzan de alîkariya Şengalê tên kirin, ev li kêrî wan nehat û dest bi lêkirina dîwar kir da ku bi hêsanî were kontrolkirin."

Li ser danîna têlên di navbera gundên Ereb û kurdan ên Şengalê de, Îsmet Kalo ev tişt got: "Danîna têlan hewldaneke da ku Ereb û Kurdan ji hev qut bikin. Ji ber ev her du pêkhate di şerê li dijî DAIŞ’ê bûne yek û li ser fikrê rêber Ocalan li hev kom bûn ku her tim wesiyeta biratiya gelan dike. "

Di 13’yê vê Adarê de Ezidî û Erebên ên Şengalê li dijî hewldana hikumeta Iraqê ya qutkirina gundên Ereb û Kurd meşek li dar xist. Piştre endamên ji Tugeya 18’an girêdayî artêşa Iraqê bi ser welatiyên gundên Hesawîk, Bîrcarî û Til Mişrif de girtin, da ku beşdarî çalakiyên li dijî lêkirina dîwar nebin û ji çapemeniyê re neaxivin. Ev gund bi qasî 3 kêlometre ji sînorê Rojava û Şengalê dûr in.

‛JI BO GELÊ KU HÎNA LI WELATÎ Û JINÊN XWE YÊN REVANDÎ DIGERE GIRTÎGEHEKE MEZIN E’

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê siyasetmedar Farûq Tozo da zanîn ku wateya lêkirina dîwar di dîrokê de bîranînên tehil in û wiha got: "Di demekê de ku gel hewl didin sînoran di nava xwe de rakin, hin welat hewl didin dîwar di nava gelan de lêkin, bêyî ku sûdê ji tecrubeyên dewletên ku berjewendiyên gel di ser her tiştî re digirin, bigirin."

Tozo îşaret pê kir ku hikumeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanî mîna dewleta Tirk bi hinetên derew dîwaran lê dike û wiha axaftina xwe dewam kir: "Lêkirina dîwar ji bo pêkanîna daxwazên Tirkiyê ye ku gelekî ji hev qut bike û rêbazên têkiliyan jî qut bike. Di heman demê de berdewama tevahî planên bi armanca tengavkirina Şengal û rêveberiya wê ye. Her wiha da ku wê ji Rojava qut bike."

Farûq Tozo diyar kir ku plana lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de nûkirina plana parçkirinê ye ku vê carê bi pîrozkirina hikumeta Başûrê Kurdistanê tê kir û da zanîn ku armanc ji vê projeyê ew e kuRojava ji Başûrê Kurdistanê qut bikin, her wiha herêmên Iraqê, di nav de Başûr û Şengalê ji bo Tirkiyê bikin bazara ku ew dixwaze da ku planên xwe lê bi cih bîne.

Tozo destnîşan kir ku tu hincet ji danîna têlan di navbera gundên kurdan û yên êzidiyan de tune ye, lê armanc jê ragihandina avakirina girtîgeheke mezin ji gelê ku hîna li welatî û jinên xwe yên revandî digerin.

Siyasetmedar û endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Lêkirina dîwar hewldaneke da ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Şengalê têk bibin, astengiyan li pêşiya yekkirina gelan deynin. Di heman demê de da ku dîroka wê ji holê rakin û wê bixin bin kontrola dewletên herêmî yên ku kînê li hember gelên Iraqê, Kurd û êzidiyan dikişînin."

(fr)

ANHA