‛Tevkariya bi dewleta Tirk re xiyanek li ola îslamê ye’

Endamê Yekitiya Oldarên Mislimîn bang li welatiyên sûrî kir ku ji derewên dewleta Tirk a dagirker bawer nekin û nebin alav di destê wê de ku bi navê îslamê wan di şeran de bi kar bîne.

‛Tevkariya bi dewleta Tirk re xiyanek li ola îslamê ye’
9 nîsan, 2022   04:48
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Bi guhartina rêveçûna tevgera gel a li Sûriyê ber bi krîzê ve, gelek navên aliyên qaşo muxalefetê derketin, piranî ji wan navên îslamî li xwe kirin û alên wê rakirin, gelek sûc li dijî gelan kirin.

Ev yek jî di êrişên çeteyan ên li Sûriyê bi taybet li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îsbat bû ku çete bi navê îslamê ji bo berjewendiya dewleta Tirk a dagirker kar dikin.

Endamê Yekitiya Oldarên Mislimîn Mûsa Behrî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker şiband kesên ku di serdema pêxember Mihemed de xiyanetli îslamê kirine û got: "Di îslamê de xiyanet li pêxember Mihemed kirin. Dema ku pêxember ji Medîne Munewere diçû şerê Uhidê, beriya ku bigihîne cihê şer Ebû Cehel û 300 kesên ji xwediyên nîfaqê xiyanet lê kir. Her wiha xiyanet li gotina heq û parastina wê kir û li gorî berjewendiyên aliyên dîtir tev gerîn."

Behrî wiha domand: "Ev rewş xwe dubare dike. Bi nav û ola îslamê mizgeftan dikin hedef, mîna hedefkirina mizgeftên li Til Temir, Zirgan û gundewarên wê. Gelo ev ola me ya îslamê ye? Ev xiyaneteke mezin li  ol, Qurana pîroz û suneta pêxmeber Mihemed e."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên bênavber ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mizgeft, dêr û perestgehan kirin hedef. Herî dawî mizgefta gundê Esediyê yê Zirganê kir hedef. Beriya wî jî di Çileya îsal de jî dema ku welatî nêmêja berêvarî dikirin, mizgefta mezin a Zirganê topbaran kir. Di encamê de welatiyek li ser nimêjê birîndar bû.

Mûsa Behrî da zanîn ku tevkariya çeteyên sûrî bi dewleta Tirk a dagirker re di dagirkirina xaka Sûriyê xiyaneke mezin e û ev tişt got: "Em ji ometekê ne, lê çima em şerê hev dikin, çima em ji bo dewletên ku dixwazin welatê me wêran bikin, dagir bikin û xwîna me helal dikin û rûmeta me binpê bikin, hev dikujin. Ev xiyaneke mezin e ku nayê qebûlkirin."

Behrî da zanîn ku îslama rasteqîn pêkanîna heq û hevgirtinê ye û bang li her mislimanekî kir ku li Quranê vegerin, nebin dijminê welatê xwe û şerê hev nekin.

Li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên  bi navê îslamê li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê Behrî wiha anî ziman: "Ji ber berjewendiyên xwe bi olê dilîzin. Kiryarên wê ji îslama rasteqîn dûr e.

Behrî behs kir ku çawa mizgeftan dikin hedef û di hundirê wan de pirtûkên pîroz û nimêjvan hene, çawa namûsa mirovan û xwîna wan li xwe helal dikin û wiha pê de çû: "Bê guman berjewendiyên çete û dewleta Tirk a dagirker ne li gorî berjewendiyên gelan ên jiyana azad û rûmetê ne."

Endamê yekitiya Oldarên Mislimîn Mûsa Behrî ji boçeteyên dewleta Tirk a dagirker got: "Qurana pîroz wan kesan minafiq û xayînan wesif dike. Ji ber ku xiyaneta li ol û welat xiyaneke mezin e, bi minafiqan tên binavkirin ji ber ku berovajî tiştên dibêjin pêk tînin. Ji ber ew welat û gelê xwe li beramberî pereyan difiroşin dewletên din."

(fr)

ANHA