‛ Çareseriya krîza Sûriyê Projeya Rêveberiya Xweser e’

Jinên siyasetmedar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku siyasetên çewisandina vîna gelan ji hêla hikumeta Şamê ve bû sedem ku gelê Sûriyê şoreşa azadî û rûmetê li dar bixe, her wiha piştrast kir ku projeya neteweya demokratîk çareseriya bingehîn ji krîza Sûriyê re ye.

‛ Çareseriya krîza Sûriyê Projeya Rêveberiya Xweser e’
‛ Çareseriya krîza Sûriyê Projeya Rêveberiya Xweser e’
‛ Çareseriya krîza Sûriyê Projeya Rêveberiya Xweser e’
‛ Çareseriya krîza Sûriyê Projeya Rêveberiya Xweser e’
16 adar, 2022   14:49
QAMIŞLO

Di salvegera 11’an a krîza Sûriyê de, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civînek  bi diruşma "Şoreş heta bidawîkirina destpotiyê û pêkanîna azadî û rûmetê berdewam e " li Parka Xwendinê ya Qamişlo li dar xist.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Canda Mihemed civîn bi rê ve bir, tê de bi dehan endamên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aziyên sivîl, jinan û leşkerî amade bûn.

Di civînê de Canda Mihemed behsa derketina şoreşê ji rêya wê kir û diyar kir ku di şoreşê de ajandeyên dûrî armancên sûriyan çêbûn.

Canda Mihemed, destnîşan kir ku sedemên destpêkirina şoreşê û derketina wê ji rêya wê ya rast, encamên piştî wê û çareseriyên ku divê ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê pêk werin, hatin lêkolînkirin.

Canda Mihemed bal kişand ser Sûriyê ku bûye qada şerên herêmî û navneteweyî û wiha domand: "Welatiyên sûrî ji ber salên dirêj ên şer bacên mezin da û heta vê kêliyê tu çareserî tune ne."

Her wiha da zanîn ku cihêrengî, pirrengiya neteweyî û etnîkî ya li Sûriyê cihê hêz û dewlemendiyê ye û wiha pê de çû: "Partiya Baas ji 1963’yan ve Sûriyê kontrol dike û siyaseta yek partî dimeşîne û pirrengiya siyasî têk dibe, hemû mafên netewe û pêkhateyên li Sûriyê paşguh dike."

Piştre jinên beşdar bûne da zanîn ku hikumeta Şamê vîna gelan çewisand, zulm li ser meşand û tu edalet pêk neanî.

Jinan piştrast kir ku projeya neteweya demokratîk a bi nûnertiya Rêveberiya Xweser ku îro li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin çareseriya yekane ya krîza Sûriyê ye.

(fr)

ANHA