Li Minbicê şehîdekî Cebhet El-Ekrad hate oxirkirin

Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El-Ekrad Ebdurehîm El-Eyûb li goristana şehîdan a gund oxir kir.

Li Minbicê şehîdekî Cebhet El-Ekrad hate oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Cebhet El-Ekrad hate oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Cebhet El-Ekrad hate oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Cebhet El-Ekrad hate oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Cebhet El-Ekrad hate oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Cebhet El-Ekrad hate oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Cebhet El-Ekrad hate oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Cebhet El-Ekrad hate oxirkirin
16 adar, 2022   14:55
MINBIC

Karwana şehîd Ebdurehîm El-Eyûb ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê ya li naverasta bajêr dest pê kir û ber bi goristana şehîdan a li başûrê bajêr ve kete rê. Tê de endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Minbic û saziyên jinan ên Minbicê amade bûn.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Hesna El-Zahir li ser navê meclisê axivî û wiha got: "Şehîdê me yê leheng wek soz daye pêk anî. Em ê bê dudilî li ser rêya wan bimeşin heta ewlehî û azadî li welatê me misoger dibe."

Li aliyekî din cîgirê Heverokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Cuma El-Heyder axivî  û wiha got: "Em her şehîdekî/e ku canê xwe di oxira welat de daye silav dikin û bejna xwe li hember qehremantiya wan ditewînin."

Dûvre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Îdo wesîqeya şehîd xwend û radestî mabatê kir û paşê di nava tilîliyên dayikan de şehîd hate oxirkirin.

Şehîd Ebdurehîm El-Eyûb li gundê El-Bo Xaz ê rojavayê Minbicê di 14’ê vê Adarê de şehîd bû.

(fr)

ANHA