​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 60 darên zeytûnê birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî 60 darên zeytûnê birîn.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 60 darên zeytûnê birîn
16 adar, 2022   14:33
ŞEHBA

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 60 darên zeytûnê birîn, her diyar kir ku ew dar ên Mihemed Mûsa yê ji gundê Çeqmaqa ya navçeya Raco ne.

Çavkanî da zanîn ku erdê zeytûnan li çaterêya gundê Cûqê li ser rêya di nabera bajarê Efrînê û navçeya Raco de ye.

ANHA