Şêniyên Kobanê: Em heta pêkanîna serkeftinê tê bikoşin

Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker soza domandina xeta berxwedanê da û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kir.

Şêniyên Kobanê: Em heta pêkanîna serkeftinê tê bikoşin
10 ÇILE, 2022   00:38
KOBANÊ-MEYSA AKARÎ

Roja şemiyê artêşa Tirk gundên Til Hacib, Qeremox, Xanê, Serzorê, Koran û Gultepe yên li rojhilatê Kobanê topbaran kir.

Di heman demê de artêşa Tirk top avêtin pêşiya goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajêr, pêşiya Şîrketa Newroz a li naverasta bajêr, pêşiya bazara sebzeyan (Sûq El-Hal) a bakurê bajêr û Girê Miştenûr.

Di encama topbarana li ser gundê Xanê de welatiyê bi navê Îbrahîm Şerîf (Eşqer) şehîd bû, her wiha 12 welatî jî birîndar bûn ku di nav de jin û zarok hebûn. Birînên hinan ji wan giran in. Di êrişa li ser gundê Qeremoxê de jî lingê zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî yê 4 salî hate jêkirin. Birîndar li nexweşxaneyên Kobanê û nexweşxayên bajarên Reqa û Minbicê têne dermankirin

Têkildarî mijarê şêniyên Kobanê ku beşdarî meşa duh bibûn, ji ANHA'yê re axivîn. Şêniyan êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.

ꞌDERHEQÊ ZAROKÊ LINGÊ WÎ HATE JÊKIRIN DE KA WÎJDANÊ CÎHANÊꞌ

Welatiya bi navê Emîne Mistefa got, dewleta Tirk li Kobanê û gundên wê jin, zarok û xityaran dike hedef û komkujiyan pêk tîne, li hemberî van sûcan jî civata navneteweyî bê deng e.

Emîne Mistefa sedema bêdengiya li hemberî van sûcan pirsî û wiha domand: "Derheqê zarokê ku lingê wî di encama êrişên Tirkiyê de, hate jêkirin ka wîjdanê cîhanê? Her kesî çavên xwe li sûcên ku Tirkiyê li dijî zarokan pêk tîne, digirin. Gelo çi gunehên zarokan in ku topên terora Tirkiyê wan dike hedef? Helbet serkeftin wê para gelê Kurd, jina Kurd û ciwanan be. Her çiqasî şehîd û birîndar hebin jî em ê heta misogerkirina serkeftinê tê bikoşin."

ꞌEM Ê RÊ NEDIN TU HÊZAN KU LI SER HESABÊN GELÊ ME BERJEWENDIYÊN XWE PÊK BÎNEꞌ

Welatiya bi navê Semîra Ehmed jî got: "Di salvegera Komkujiya Parîsê de dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Kobanê komkujiyan pêk tîne. Bi vê yekê dîroka xwe ya tije komkujî û sûc dûbare dike."

Semîra Ehmed bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û wiha dom da axaftina xwe: "Hêzên Rûsya û Amerîka ku wekî garantorên agirbestê li herêmê hatin destnîşankirin, erkên xwe bi cih naynin. Her kes li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Lê em ê rê nedin tu hêzan ku li ser hesabê gelê herêmê, berjewendiyên xwe pêk bînin."

Semîra Ehmed got, ew jinên Rojava dê li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşîna xwe dewam bikin, xeta rêber Abdullah Ocalan û şehîdan bişopînin û destkeftiyên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine qezeckirin, biparêzin.

Welatiyê bi navê Weyso Bozan destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî bi bin ket û di warê aborî de hilweşiya, bi topan bêserûber sivîlan dike hedef.

Bozan ev li axaftina xwe zêde kir: "Tişta balkêş piraniya birîndaran zarok û jin in. Ma gelo wî zarokê 4 salî gef li ewlehiya neteweyî ya dewleta Tirk dixwar! "

Weyso Bozan bang li tevahiya gelê cîhanê yên îdiaya mafên mirovan dikin ku li rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên li dijî zarokan binêrin, her wiha bang li gelê herêmê jî kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Ev ne cara yekemîn ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Kobanê dike hedef, 25`ê Kanûna par jî êrişî malekê kir û di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar bûn.

(eh)

ANHA