'Paşguhkirina xweparastinê, gelan ber tunekirin û helandina çandî ve dibe'

Xweparastin yek ji xalên herî girîng ên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rewşenbîr teqezî li ser xurtkirina xweparastinê li hember berdewamiya êrişên li ser herêmê dikin.

'Paşguhkirina xweparastinê, gelan ber tunekirin û helandina çandî ve dibe'
10 ÇILE, 2022   01:45
HESEKÊ- OLVA HAC MANSÛR

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelek hêzên cuda ve rastî gef û êrişên tên, di serî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ku gelê herêmê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê li ber xwe didin.

Endama Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê Dîma Elî diyar kir ku paşguhkirina xweparastinê gel û civakan ber bi tunekirin, helandina çand û wendakirina mîrateyên dîrokî û mafê çandî û dîrokî ve dibe.

Xweparastin yek ji rêbazên herî baş ji bo berdewamkirina jiyanê ye, ku gel dikare parastina xwe û nasnameya xwe û çanda xwe bike.         

Hevserokê Akademiyên Civaka Demokratîk li kantona Hesekê Ebdulxenî Oso teqez kir ku xweparastin xaleke girîng ji bo misogerkirina berdewamkirina jiyanê ye.

Oso da zanîn ku xwebirêvebirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û negirêdana wan bi hêzên derve re, yek ji girîngtirîn taybetmendiyên şoreşa herêmê ye.

Oso wiha dom kir: "Bi hewldanên tunekirina hebûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêwîste di xweparastinê de israr bikin, ji bo parastina destkeftiyên leşkerî, fikirî, çandî û civakî ku gelên herêmê bi hêza xwe ya leşkerî bi dest xistine."

Oso wiha lê zêde kir: "Bi zêdebûna êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê r, israra pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina ax û hebûna xwe roj bi roj zêde dibe. Di encama naskirina gelê herêmê ji xeta berxwedanê."     

Endama Rêveber a Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê Dîma Elî têkildarî mijarê got: "Divê her kes ji xwe dest pê bike û bi perwerdeyên fikirî, leşkerî û civakî parastina xwe bike."

Dîma Elî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dijminên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca derxistina fitneyê û têkbirina aramiya herêmê, bi her awayî li dijî gel şer dikin. Ji ber vê yekê divê gelên herêmê xwe perwerde bikin û xweparastinê zêde bikin."

(dx)

ANHA