ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-01-2022
10 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 98'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi diruşma "Bi hev re em aştiyê belav bikin'' Komciha Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Konferansa Navneteweyî ya Ol û Baweriyên Mezopotmayê li avahiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê, şêniyên navçeya Tirbespiyê meşekê li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê li dibistana Şehîd Seydo ya li bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê êrişên dewlet Tirk ên li ser Kobanê şermezar dike. Bi heman armancê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê jî daxuyaniyekê dide, saet 12:00'an. Şêniyên gundên rojhilatê bajarê Kobanê jî li gundê Qeremox kom dibin û daxuyaniyekê têkildarî êrişên dagirkirinê didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şehîdê QSD'ê Tirkî Elî Mismar li goristana Şehîd Dijwar dispêrin axê, di merasîmê de gerîlayê HPG'ê şehîd Egîd Gerzan tê bîranîn, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Til Temirê bi semîneran şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr tînin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker soza domandina xeta berxwedanê da û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bavê girtiyê siyasî yê bi navê Silêman Şêxo got, girtiyên di girtîgehên rejîma Tirk de bi mirinê re rû bi rû ne, lê bi vîna xwe ya xurt bûne kaniya hêzê. Bavê Silêman Şêxo bang li rêxistinên hiquqî kir dawî sûcên li dijî girtiyan re deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Xweparastin yek ji xalên herî girîng ên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rewşenbîr teqezî li ser xurtkirina xweparastinê li hember berdewamiya êrişên li ser herêmê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama koordînasyona Kongra Star, Rîhan Loqo da zanîn ku êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ser Kobanê wekî tolhildana têkçûna çeteyên DAIŞ a li Kobanê ye û got, gelên herêmê baweriya xwe bi hêzên navneteweyî naynin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Profesora psîkolojiyê yê Zanîngeha Bergen a Norwêcê Karian Westerheim got, PKK û Tevgera Rizgariya Kurdistanê nûnertiya li Rojhilata Navîn nûnertiya demokrasiyê dikin û destnîşan kir ku divê navê PKK`ê ji ''lîsteya terorê'' bê derxistin. Karian Westerheîm got: " Divê were diyarkirin ku terorîstê rastîn ne PKK`ê ye, lê belê dewleta Tirk e ku artêşa xwe bi endamên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û gelek komên din ên tundraw xurtir kiriye. (BI WÊNE)

JIN

- Koçberên Efrînê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Komkujiya Parîsê şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî û hikumeta Fransa kir ku bi erka xwe rabin hesab ji Tirkiyê bixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Dewleta Tirk car caran daxuyanî dide ku ew hewldana nêzbûn û lihevanînê bi Misirê re dike, lê wê şerta misirî ya girîng ji bo pêkanîna vê lihevanînê pêk neanî. Misirê di destpêka hevdîtinên bi dewleta Tirk re şert danîbû ku vekişîna çeteyên sûrî ji Lîbyayê bingeheke ji bo nêzbûnê ye. Girêdayî vê yekê lêkolînerekî misirî teqez kir ku dosyaya Lîbyayê lihevanîna her du aliyan asteng dike. (BI WÊNE)

ANHA