Dosyaya Lîbyayê têkiliyên Tirkiye û Misirê asteng dike

Dewleta Tirk car caran daxuyanî dide ku ew hewldana nêzbûn û lihevanînê bi Misirê re dike, lê wê şertê herî girîng ê Misirê pêk neanî. Girêdayî vê yekê lêkolînerekî misirî diyar ku dosyaya Lîbyayê lihevanîna her du aliyan asteng dike.

Dosyaya Lîbyayê têkiliyên Tirkiye û Misirê asteng dike
10 ÇILE, 2022   05:20
EL-QAHÎRE-EMANÎ EZAM-ŞEYMA ELÎ

Recep Teyyîp Erdogan texmîn dike ku nepiştevaniya berwazî ji Îxwan El-Mislimîn re û bêdengîkirina îxwaniyên li Tirkiyê ku êrişî Misirê dikin, dikare Misirê razî bike û pê re têkiliyan deyne. Lê gelek dosyayên bigirêk, di serî de jî dosyaya Lîbyayê û destwerdana dewleta Tirk li gelek dewletên Ereb hene ku dihêlin ev têkilî pêk neyê.

Derbarê krîzên rejîma Tirkiyê yên ku ji ber destwerdanên wê yên li derve û bandorên wê li ser rewşa aborî de derketine, rejîma Tirkiyê ji par ve hewl dide xwe nêzî Misirê bike. Her wiha her du aliyan li Enqere û Qahîreyê rêzehevdîtin kirin, lê negihiştin normîlazekirina têkiliyan.

Misirê bi baldarî nêzî vê dosyayê bû û şertên xwe bi awayekî eşkere ragihandin. Di şertên Misirê de dosyayên exlaqî li ser asta herêmê bûn, ji wan dosyaya Lîbya, ava rojhilatê Deryaya Spî, rawestandina piştevaniya Tirkiyê ji Îxwan El-Mislimîn re, qedexekirina platformên wan ên ragihandinê yên dijber, radestkirina kesên ji aliyên dozgeriya Misirê ve tên xwestin.

Piştî rêzehevdîtinan, dewleta Tirk bi armanca ku rewşê aram bike, ferman da dezgehên çapemeniyê yên girêdayî Îxwana El-Mislimîn ku êrişên xwe li dijî Misirê û berpirsên misirî rawestînin.

Lê xalên binakok ên di navbera dewleta Tirk û Misirê de ne tenê dosyaya Îxwan El-Mislimîn e, lê krîza Lîbya û destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê ji astengiyên mezin ên li hember nêzbûn û lihevanînê ye, ji wê zêdetir jî dagirkeriya Tirk a li parçeyên Sûriyê û Iraqê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî di Mijdara borî de hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbya, Sûriyê û Iraqê rexne kir.

Şukrî di rûniştineke diyalogê de ku navenda Wilson " a lêkolînê li DYA’yê li dar xistiye got, Misir tu rewabûn û sedemekê ji hebûna leşkerî ya Tirkiyê ya li Lîbya, Sûriye û Iraqê nabîne.

Şukrî derheqê siyasetên Enqere yên berfirehkirinê ku di 10 salên borî de eşkere bûne de, fikarên xwe anî ziman.

Çavdêr diyar dikin ev daxuyanî vegera têkiliyên tirkî-misirî ber bi paş ve ye.

TIRKIYÊ HEWL DIDE CAREKE DIN XWE JI MISIRÊ VE NÊZ BIKE

Piştî gerên lêgerînê yên hewldanên Tirkiyê ji bo normîlazekirinê di têkiliyên tirkî-misirî de rewşeke rawestiyayî derket holê.

Dewleta Tirk hewl dide têkiliyên xwe bi Misirê re normîlaze bike ku ji 2013’yan qut bûne. Par serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan daxuyand ku dewleta Tirk ji bo nêzbûna bi Misir û Îsraîlê re dê gelek gavan bavêje, mîna gavên bi Îmaratê re pêk anîne. Her wiha wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu got, di têkiliya bi Misirê re rûpeleke nû heye.

‛TU TAWÎZÊN TIRKIYÊ YÊN CEWHERÎ TUNE NE’

Têkildarî îhtîmalên pêkanîna nêzîkbûna di navbera Misir û Tirkiyê de, gerînendeyê Foruma Rojhilata Navîn a Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Mihemed Hamid got: "Têkildarî dosyaya lihevanînê ya bendewarî ya di navbera Qahîre û Enqereyê de, bi taybet di dosyaya Lîbyayê de heta niha tu tawîzên Tirkiyê yên cewherî tune ne, ruxmî hebûna xwestekên ne tenê yên Misirê, lê hin xwestekên hêzên navneteweyî hene, di serî de jî Ewropa, nemaze Fransa ku daxwaza vekişîna dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê dike."

Hamid destnîşan kir ku tevî daxuyaniyên dostane yê her du aliyan, lê heta niha tu başbûnek di têkiliyên misirî-tirkiyê de tune ye û wiha domand: "Diyar e ku dosya dijwar û tevlihev e û li pêş vegera têkiliyên misirî-tirkî ber bi xurtbûnê ve dibe asteng."

GIRÊDANA BI DOSYAYA LÎBYAYÊ VE LIHEVANÎNÊ ASTENG DIKE

Misirê ji dewleta Tirk xwest ku çeteyên xwe yên sûrî ji Lîbyayê vekişîne. Ji ber ku Misir, çeteyan li ser ewlehiya xwe ya neteweyî gefeke mezin dibîne û dosya vekişîna çeteyan li pêş normîlazekirina têkiliyên di Gulan û Îlona borî de wekî şerteke bingehîn danî.

Li gorî çavdêran, serhişkiya dewleta Tirk di vê dosyayê de dihêle ku têkilî pêş nekevin û teqez kir ku Misir ji şertê xwe yê vekişîna dewleta Tirk ji çeteyên xwe re danakeve. Ji ber hebûna çeteyan gefeke eşkere ji ewlehiya neteweyî ya Misirê re ye.

Têkildarî mijarê Mihemed Hamid ev tişt got: "Girêdayî jinûvenexşekirina sînorên derayî di navbera Misir û Tirkiyê de lihevkirinek heye, lê tu lihevkirin di dosyaya Lîbyayê de tune ye, ji ber dewleta Tirk di serhişkiya xwe ya mayîna çeteyan li Lîbyayê de israr dike."

Hamid da zanîn ev mijar zirarê dighîne têkiliyên misirî-tirkî û pêşxistina û wê asteng dike û wiha domand: "Li kêlek wê jî dewleta Tirk bi lihevkirina nexşekirina sînorê derayî ve girêdayî ye ku Erdogan û El-Serac di dawiya 2019’an de îmze kiriye. Lê ev tevahî lihevkirin ji hêla qanûna navneteweyî û Misirê ve nayên qebûlkirin."

Dewleta Tirk û hikumeta Wîfaq El-Wetenî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Fayiz El- Serac di Mijdara 2019’an de peymana sînorê derayî îmze kir, da ku herêmeke aborî li Deryaya Spî ava bikin.

TÊ NÎQAŞKIRIN...

Par di navbera Misir û Tirkiyê de gerên lêgerînê hebûn da ku gavên normîlazekirina di navbera her du welatan de pêk werin. Lê bê encam bûn.

Li ser vê yekê Hamid da zanîn ku "Tevahî danûstandinên misirî-tirkî hîna têne nîqaşkirin. Têkiliyên Qahîre û Enqereyê di çarçoveya pêşxistinê de ne û negihaştine normîlazekirinê. Ji ber gelek astengî hene, lê belê ber bi wê ve ne".

Gerînendeyê Foruma Rojhilata Navîn a Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Mihemed Hamid wiha dawî li gotina xwe anî "Hin xwestekên nêzbûna nêrînên her du welatan hene, lê tu însiyatîfên cewherî tune ne ku bihêlin em pêkanîna nêzbûneke mezin di navbera her du welatan de di dema bê de texmîn bikin. Bi wê re soza pêkanîna lihevanînê nenas e."

(fr)

ANHA