ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-09-2021
10 îlon, 2021   23:00

-Di kongreyeke çapemeniyê de ku li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dikeve, "Tevgera Xwebûn" tê ragihandin. Saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Gel a navçeya Dirêbsiyê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û leşkerî û naskirina giliyên şêniyan civîneke girêseyî li dar dikxe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismat Şêx Hesen bal kişand ser girîngiya xurtkirina xweparastinê ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve û diyar kir ku gel xwe nespêre derve û ji bûyerên li Efganistanê dersan werbigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker di hefteyekê de zêdeyî 211 top û moşek avêtin gundewarên bakur û rojavayê Minbicê. Li ser vê yekê Şervan Derwîş got, bêdengiya navneteweyî cesaretê dide Tirkiyê da ku sûcên xwe zêde bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê got, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan neqanûnî ye û da zanîn ku sedema sereke ya tecrîdkirinê ew e ku pêşî li belavbûna fikir û perspektîfên rêbertî yên ji bo çareserkirina dozên herêmê û Rojhilata Navîn bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rojnamevan û şîrovekarê siyasî Beha El-Ewam têkildarî polîtîkayên tirkkirinê li herêmên dagirkirî got: "Tirkiye herêmên dagirkirî tirk dike, da ku bi demê re bike beşek ji wîlayetên başûrê Tirkiyê û her taybetmendiyeke kurdî lê tune bike."

ANALÎZ

- Di Tebaxa 2020’an di dîmenekî de ku li ser medyaya civakî hatibû weşandin, zilamên bi cilên efganî pankart di hundirê Aya Sofya ya li Stenbolê de radikin ku rejîma Erdogan di vê dawiyê de kir mizgeft. Zilaman di hundirê navenda dîrokî ya xiristiyanî ya artotoksî de gotin "Allah Ekber". Lêkolîner Nûr Dehrî ev gav wekî destpêka "Peyamekê ji Îxwan El-Mislimîn ji bo tundrawên îslamî û terorîst ên li tevahî cîhanê" nîşan da û got, di nêz de dê alîgirên DAIŞ’ê jî alên xwe hildin."

- Bûyerên 11`ê Îlona 2001`an anku êrişa li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li New Yorkê ji aliyê El-Qaîdeyê ve, piştî mezintirîn operasyonên NATO`yê pêk hat ku bi destgîrkirina rêber Abdullah Ocalan bi encam bû.

- Van rojan hem li dijî dewleta Tirk a dagirker û hem jî li dijî PDK'ê, KCK û PKK'ê daxuyaniyên dijwar dan. Ji aliyekî ve qala "li dijî terora faşîst şîdeta şoreşgerî" tê kirin û li aliyê din jî helwestên sekinandina li dijî PDK'ê ku di êrişên dagirkerî/qirkirinê de bi rengekî vekirî li cem dewleta Tirk a dagirker disekine, tên xwestin. Bang li gelê Kurd û dostên Kurdistanê, derdorên şoreşger/demokrat tê kirin ku tev bigerin. 

CÎHAN

- Li gorî çavdêran, binketina Partiya Dad û Geşedanê ya Mexribê, nedihat payînkirin, lê ev yek di encama kiryarên ku partiyê li dijî welatiyan pêk anî, derket holê.

KURDISTAN

- Nivîskar Melevan Resûl êrişa PDK'ê ya li dijî gerîla şermezar kir û got ew tu carî qebûl nake ku xwîna kurdan bi destê kurdan were rijandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- ÇAND Û HUNER

-Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi diruşma "Bi huner û îlhamê em şoreşa xwe ava bikin"pêşangeheke şêwekariyê li parka Rêbertî ya bajarê Hesekê vedike. Saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA